Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû 2023-03-25 08:38:27   MEREŞ - Li navçeya Cela ya Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû. Bajarên derdorê jî bi erdhejê hesiyan.    Li navçeya Cela ya Mereşê saet di 07.39’an de bi pileya 4.5 erdhej çêbû. Kûrahiya erdhejê weke 7 kîlometre hate qeydkirin. Hate ragihandin ku bajarên weke Riha, Dîlok, Qeyserî û Meletiyê jî bi erdhejê hesiyan e.