Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin 2023-03-25 09:06:22   HATAY - Kavilên ku li Îskenderûnê hatin rakirin, li nav zeviyên li ber girtîgehê û Zozanên Bîtîşê yên 13 kîlometre dûrî navenda navçeyê tên valakirin.    Li navçeya Hatayê Îskenderûnê xebatên rakirina kavilên avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyan dewam dikin. Kavil li ber Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa M'yê, têketina navçeya Belenê û Zozanên Bîtîşîkê yên 13 kîlometreyan dûrî navçeyê tên valakirin. Kavilên li vir tên valakirin nayên avdan û ji hev nayên veqetandin. Ev yek ji bo zeviyan û zozanan dibin sedema xetereyê.    VALA DIKIN BER GIRTÎGEHÊ   Piraniya kavilên navçeyê li zeviya li ber Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa M'yê tên valakirin. Kavilên li vir tên valakirin nayên avdan û ji hev nayên neqandin. Her wiha li vir lewheya ji bo xetereyê nîşan bide jî nehatiye danîn. Li vir zeviyên genim û sera hene.    Hat dîtin ku kavilên ku li Taxa Meydanê hatine valakirin bi kemçeyan tên rakirin û karkerên dixebitin jî bê maske ne. Operator û rayedarên di karên rakirina kavilan de dixebitin anîn ziman ku kavilan li Zozanên Bîtîşîkê jî vala dikin. Zozana navborî, di 7'ê Gulana 2021'ê de bi biryarnameyeke serokkomartiyê ji wesfa daristanê hatibû derxistin.    Ji xeynî van cihên navborî, kavil li Taca Sarimazî ya navçeya Belenê ku nêzî Îskenderûnê ye tên valakirin. Li vir polîs nobedê digirin.    MA / Mujdat Can