Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin 2023-03-25 11:23:42   SÊRT - Li navçeya Xizxêre du malbatên dijminên êkudu bûn bi çekan şer kirin. Di şer de bav û kurê wî jiyana xwe ji dest dan.    Li gundê Herçin ê navçeya Xizxêr a Sêrtê duh bi şev di navbera du malbatên dijminê êkûdu ne de nîqaş derket, piştî demekî kurt nîqaş veguherî şerê bi çekan. Di encama şer de Hasan Delbe li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Zarokên Hasan Delbe Emrûllah û Eyup Delbe û Omer, Sebahattîn, Kazim û Remzî Delbe yên dijminên hev in jî birîndar bûn.    Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê. Emrûllah Dede yê rakirin nexweşxaneyê serê sibê jiyana xwe ji dest da.