Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin 2023-03-25 11:54:51 RIHA - Malbata Şenyaşar ku nobeda xwe ya edaletê berdewam dike tekildarî nobeda xwe ev peyam parve kir: "Ji bo edalet pêk were, em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin."   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Fadil Şenyaşar jî 5 sal in girtî ye. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 733’yemîn de berdewam dike.   Malbata Şenyaşar ji ber edliye roja şemî û yekşeme girtiyê çalakiya xwe li mala xwe ya Pirsûsê didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kirin: "Yên ku çûne em nikarin bînin lê ji bo edalet pêk were em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin."