Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin! 2023-03-26 10:04:36 MELETÎ - Kavilên avahiyan ên Meletiyê li Sîteya Fîdancilar, Goristana Bajar, Sîteya Galerîcîler, Kompleksa Halê û Borsaya Bazirganiya Mişmişan a Cîhanê yên li navenda bajar tên valakirin.   Yek ji bajarên di erdhejên Mereşê de herî zêde ziyan gihiştiyê jî Meletî ye. Xebatên rakirina kavilan ên li bajar didomin. Li gorî daneyên Walîtiya Meletiyê; li seranserî bajar 44 hezar û 170 avahiyên pirxesar an jî hilweşiyayî hene. Lê belê di van 49 rojan de tenê kavilên hezar û 5 avahiyan hatine rakirin. Xebatên rakirina kavilan bi tena serê xwe rê li ber karesateke hawirdorê vedike û cihên ku ev kavil lê tên rijandin jî rê li ber pirsgirêkên mezin ên hawirdorê yên jêveneger vedikin.    QADÊN KU XIRBE LÊ TÊN VALAKIRIN   Kavilên avahiyên hilweşiyayî bi wesayîtên Kar û Barên Avê yên Dewletê (DSÎ) û şîrketên taybet, li deverên navenda bajar ên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê destnîşankirine tên valakirin. Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Hawirdorê û Şaxa Midûriyeta Rêveberiya Avêtiyan û Kolanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê, devera li kêleka Goristana Bajar a li navçeya Yeşîlyurtê ji bo cihê xalîkirina kavilan diyar kir. Li rexê rastê yê qada ku bo hafriyatan hatiye veqetandin Sîteya Fîdancilarê, li rexê çepê Goristana Bajar, li jora wê Sîteya Galerîciler û Kompleksa Halê, li pişt wê jî Borsaya Bazirganiya Mişmişan a Cîhanê ku nû hatiye avakirin hene. Di navbera van cihan û devera weke cihê valakirina kavilan hatiye destnîşankirin de herî zêde 200 metre hene. Kîlometreyekî dûrî qada kavil lê tên xalîkirin jî jîngeh hene.    DAR DI NAVA QADA KAVILAN DE MAN   Kavilên li taxên cuda yên bajar, bi wesayîtên mezin û bi awayekî nekontrolkirî ji navenda bajar derbas dibin û li qadên behsa xeberê tên valakirin. Ev wesayît li rexekî rê li ber pirsgirêka trafîkê vedikin û li rexa din jî dibin sedem ku rêyên li ser rêgeha wan tebiqin. Kavilên ku bi sedan kamyonan tên rakirin, bi kemçeyan li qadê belav dibin. Piştî ku qada kavilan tije dibe, kavilên heyî bi qasî 10 metreyan nêzî Goristana Bajar tên valakirin. Qada daristanê ya goristanê jî di nava kavilên hatine valakirin de ma ne. Ev qad weke qada demkî hatiye destnîşankirin lê belê kavilên hatine xalîkirin tên belavkirin û bi makîneyên kar re tên dewisandin. Ev yek nîşan dide ku ev qad, ne qadên demkî ne.    MA / Omer Akin