Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn 2023-03-26 10:44:41 HATAY - Li Îskenderûnê di konê mexdûrên erdhejê de şewat derket û 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn.    Îro di danê sibehê saet di 02.00’an de li baxçeyê Dibistana Navîn a Îmam Hatîbê ya li Taxa Denîzcîler a Îskenderûna Hatayê agir ber bû konê mexdûrên erdhejê. Tê gotin ku agir ji ber qontaxa ceyranê derketiye. Di şewatê de ciwanê bi navê Ertûg Velî Eker (18) û xwişkên wî Yeşîm Eker (17) û Elîf Mîslîna Eker (4) birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa her du xwişkan giran e û ji ewil derbasî Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê û piştre jî sewqî Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê hatin kirin.    Tedawiya her du xwişkan didome.