Li Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû 2023-03-26 11:11:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Di danê serê sibehê de li navçeya Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû.    Îro di danê sibehê saet di 06:30’an de li sînorê navçeya Xaneqîn-Qesrî Şîrînê bi pileya 3.1’an erdhej çêbû. Hat ragihandin ku erdhej bi kûrahiya 10 kîlometreyan bin erdê de çêbûye.    Ji ber erdhejê, navçeya Kelar a Germiyanê jî hejiya.