Dorpêça leşkeran a li Geverê didome: Leşker daran dibirin û deriyan dişikînin 2023-03-26 12:40:43 COLEMÊRG - Dorpêça leşkeran a li ser mezra û gundên Geverê didome. Hat zanîn ku leşker deriyên malan dişikînin û darên fêkiyan ên welatiyan dibirin.    Leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Geverê di 3’yê adarê de li gelek gund û mezrayên girêdayî bajarokê Bajêrge ya Gevera Colemêrgê operasyon da destpêkirin. Operasyona leşkerî hêj didome. Operasyon, li gundên Şîşemzîn, Xurekan a Seyîda, Xurekan a Temo û qada Astenga Reş ên girêdayî Bajêrgeyê hatibû destpêkirin û gundên Dirbêsan û Dotkanê jî li qada operasyonê hatin zêdekirin. Gundê Qesranê ji hêla bi sedan leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û leşkerên li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê dihatin sekinandin jî li herêmê hatin veguhestin. Operasyona leşkerî ku li Qesran û 6 gundên din tê domandin, xelkê herêmê mexdûr dike.    Gundê Qesranê ev 7 sal in weke “Herêma ewlekariya taybet” hatiye ragihandin. Li gorî agahiyan; leşker bi wesayîtên zirxî li pêşiya malan disekinin. Hat ragihandin ku leşkeran li qadên Mêvan Ava, Dola Gota û Çiyayê Kotolê fotokapan bi cih kirine. Operasyona li gundê Qesranê hatiye destpêkirin, li gorî rêzê li gundên Şahê, Zêwe, Kawle Gund, Pagenk, Merdêsal, Êlê û li gelek mezrayan hate berfirehkirin.    DÊR VEGUHERANDIN KLÛBEYA NOBETÊ   Gundê Êlê, di 17’ê adarê de weke “Herêma ewlekariyê ya taybet” hate ragihandin û li gund tenê 4 malbat dijîn. Hat ragihandin ku leşkeran derî û pacên malan şikandine û lêgerîn kirine. Her wiha li gundên Êlê, Pagenk û Kawle Gund jî leşkeran operasyon berfirehtir kirine û li dora gundên navborî wesayîtên zirxî hatine bicihkirin. Hat zanîn ku leşkeran li mêrgên gundên navborî kon vegirtine. Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku leşkeran dêra ermenan a li gundê Êlê veguherandine klûbeya nobetê.    LEŞKER DARAN DIBIRIN   Li hêla din, hat ragihandin ku leşkeran li gundên Kawle Gund, Pagenk û Êlê darên welatiyan ên gûz û sêvan birîn û şewitandin. Dema leşkeran dar dibirîn û deriyên malan dişikandin, welatiyekî hewl da van kêliyan bi telefona xwe bikişîne lê leşkeran telefona wî jê standin.