Nobeta Malbata Şenyaşar didome: Bêzarbûn tune ye! 2023-03-26 12:49:06     RIHA - Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam da: “Em ê bi hev re ji kesên li Rihayê edalet fedayî parlamenterekî kirin rizgar bibin. Bêzarbûn tune ye!”    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Fadil Şenyaşar jî 5 sal in girtî ye. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 734’an de berdewam dike. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Malbatê, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Em ê bi hev re ji kesên li Rihayê edalet fedayî parlamenterekî kirin, kesên lê dinêrin lê nabînin û ji kesên heqaretê li welatiyên daxwazên xwe tînin ziman dikin, rizgar bibin. Bêzarbûn tune ye! Em ê bi hev re bi ser kevin. Pir kêm ma ye.”