Walîtiya Amedê îşkence qebûl kir û 5 polîsên îşkencekar ji peywirê dûr xist 2023-03-26 14:19:16 AMED - Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê qebûl kir ku îşkence li zarokê 14 salî Y.D. hatiye kirin û ragihand ku yek jê komîser 5 polîsên îşkencekar ji peywirê hatine dûrxistin.    Zarokê bi navê Y.D. (14) ku di 21’ê adarê de li navçeya Licê ya Amedê li gel hevalekî xwe yê 10 salî vedigeriya malê, ji hêla polîsan ve hatibû revandin û îşkencekirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Fermandariya Cendirmeyan a Liceyê ji bo teşhîskirinê bang li Y.D. kiribû û piştî teşhîskirinê jî yek jê komîser bi giştî 5 polîs hatin binçavkirin.    Walîtiya Amedê jî têkildarî bûyerê daxuyaniyek parve kir. Walîtiyê di daxuyaniyê de wiha got: “Di 21’ê adara 2023’yan de zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî hate derbkirin, çû nexweşxaneyeke navenda navçeyê û piştî tedawiya rojekê jî ji nexweşxaneyê derket. Serdozgeriya Komarê ya Liceyê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. Di 25’ê adara 2023’yan de jî komîserek û 4 polîsên li Midûriyeta Emniyetê ya Liceyê dixebitîn hatin binçavkirin û piştre sewqî cihên pêwîst hatine kirin. Di heman demê de her 5 peywirdar ji peywirê hatine dûrxistin û derheqê wan de lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin. Bûyer, ji her alî ve tê lêkolînkirin.”    ÇI BÛBÛ?   Zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî, di 21’ê Adarê de dema li navçeya Licê ya Amedê tevî hevalê xwe yê 10 salî vedigeriya mala xwe, ji hêla polîsan ve hate sekinandin. Hevalê Y.D. ê 10 salî hate berdan û ew bi xwe jî bi wesayîtê hate revandin. Polîsan, dest û lingên Y.D. girê dan û îşkence lê kirin. Polîsan bi rêya îşkenceyê hewl dan ku Y.D. bibêje “ez tirk im” û piştre jî gefa kuştinê lê xwarin ku “çêran li kurdan bike û Sirûda Îstîklalê” bixwîne. Polîsên îşkencekar, piştre jî dev û destên Y.D. girê dan û avêtin çirava  li rex rûbarê navçeyê. Di saetên derengî şevê de şêniyeke gund Y.D. ferq kir û rakir nexweşxaneyê. Ji ber îşkenceya hatiye kirin, dibe ku Y.D. çavekî xwe winda bike. Piştî ku îşkenceya li zarok hatiye kirin ji hêla Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve hate weşandin, Serdozgeriya Komarê ya Liceyê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.