Di lêpirsîna îşkenceya li Licê de 3 polîs hatin girtin 2023-03-26 23:45:57 AMED - Ji 5 polîsên ku li Licê îşkence li Y.D. ê 14 salî kiribûn, 3 polîs hatin girtin.        Li navçeya Licê ya Amedê di 21'ê Adarê de polîsan zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî revandibûn û îşkence lê kiribûn. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî îşkenceyê lêpirsîn hatibû destpêkirin de 5 polîs hatibûn binçavkirin. Dozgeriyê her 5 polîsan bi tawanbariya "kes ji azadiyê bêpar hiştine û birîndarkirina biqestî" ji bo girtinê hatin sewqkirin. Dadgeriya Cezayê Sulhê derbarê polîsên bi navê Îsmaîl Akkuş, Emre Ozcan û Gokhan Bay de bi tawanbariya “birîndarkirina biqestî" biryara girtinê da. Dadgeriyê her du polîsên din jî berdan.