Mîna Ûgûr Kaymaz vê carê jî çek danîn ber Fatma Elarslan! 2023-03-27 09:03:30   MÊRDÎN - Fatma Elarslan (13) ji aliyê tîmên taybet ve tê kuştin û piştî kuştinê dadgeh wê dike “endama rêxistinê” û di wêneyê wê ku hatine kişandin de tê dîtin ku çek danîne ber wê. Wêneyê Fatmayê wêneyên Ûgûr Kaymaz ê 12 salî tîne bîra mirov.    Li gorî Destûra Bingehîn û Qanûna Cezayê yên Tirkiyeyê zarokên di bin 15 salî de wek “endamê/a rêxistinê” nayê qebûlkirin û tevî ev yek hatiye diyarkirin jî Fatma Elarslan a 13 salî ku li navçeya Hezexa Şirnexê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat kuştin, mîna “endama rêxistinê” hat nîşandan. Dadgehê jî Elarslan wek “endama rêxistinê” qebûl kir. Piştî qedexeya derketina derve li navenda Hezexê hat destpêkirin, di 7’ê adara 2016’an de Fatma Elarslan a 13 salî bi awayek kuştî tê dîtin. Malbat têkildarî kuştina keça xwe serlêdanê dike û lêpirsîn tê destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di tîrmeha 2020’an de îdia dike ku Elarslan “endama rêxistinê ye” û biryar neşopandina lêpirsînê da.    LI GORÎ ‘HIQÛQÊ’ HATIYE DÎTIN    Dozgeriyê biryara xwe spartiye beyanên “şahida veşarî” ya bi navê “Hîlal” û îdia kir ku Elarslan li Hezexê “xebata xwerêveberiyê meşandiye” û dozgeriyê îdia kir ku Elarslan tev li şerê li dijî hêzên ewlekariyê bûye. Dozgeriyê kuştina Elarslan li gorî “hiqûqê” dîtiye.   DADGEHAN DOZGER ŞOPAND    Malbata Elarslan li ser vê yekê bi hinceta ku mafê jiyanê yê Fatmayê hatiye binpêkirin serî li 1’emîn Dadgeha Îdareyê ya Mêrdînê doza tezmînatê vekir. Dadgehê bi îdiaya ku Fatmayê “endama rêxistinê ye” dozê red kir. Li ser vê yekê parêzerê malbatê Veysel Vesek serî li Dadgeha Îdareya Herêma Dîlokê da. Vê dadgehê jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara dadgeha Mêrdînê parast û li gorî “hiqûqê û qeyde” dît.    TEM’Ê DOSYE AMADE KIRIYE    Dayik û bavê Elarslan, Gulî Elarslan û Mehmet Elarslan bi hinceta ku “Mafê bingehîn û azadiyan ji aliyê hêza cemaweriyê ve hatiye binpêkirin” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. AYM’ê ji bo serlêdanê ji Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê parastin xwest. Van her du wezaretan jî ji Walîtiya Şirnexê agahî xwest. Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Hezexê dosyeya agahiyan amade kir û bi rêya qeymeqamiyê û walîtiyê şand ji Wezareta Karên Navxweyî re.    ‘ENDAMTÎ’ SPARTIYE ÇEK Û GULEYAN    Di dosyeya agahiyan a TEM’ê de ji bo Fatmayê hatiye gotin ku “endama rêxistina terorê ya dabeşkar e” û “şahidê veşarî” ku axiviye spartiye gule û çeka tê îdiakirin li ser Fatmayê hatiye desteserkirin û ev şahid îdia dike ku Fatmayê di nav refên rêxistinê de hatiye bêbandorkirin.    CENAZEYÊ NIMREYA 6’AN    Di hûrguliyên dosyeyê de tê diyarkirin ku bi Elarslan re li heman cihî cenazeyê 6 zilam û 4 jinan jî hatine dîtin û cenazeyê Fatma Elarslan jî wek nimreya 6’an hatiye diyarkirin. Hat îdiakirin ku çek û teqemenî li ser van cenazeyan hebûne. Li gorî rapora ku Midûriyeta Laboratuvara Krîmînal a Polîsên Amedê hatiye amadekirin tê îdiakirin ku di kefa dest, ser dest û cilên cenazeyan madeya antimon hatiye dîtin.    FATMA ERKAN, ÛGÛR KAYMAZ, FATMA ELARSLAN…   Wêneyê Fatmayê piştî hatiye kuştin li dosyeyê hatiye bicihkirin. Wêneyê Fatmayê ku hatiye kişandin wêneyê Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ku ji aliyê polîsan ve di sala 2004’an de li gel bavê xwe Ahmet Kaymaz li Qoserê hat qetilkirin û wêneyê Fatma Erkan a 11 salî di 1995’an de li gundê Sitê yê Midyadê ku hatibû qetilkirin û çek û guleyan danîbûn ber wan anî bîra mirovan. Wek wêneyên Fatma Erkan û Ûgûr Kaymaz di wêneyê Fatma Elarslan de jî tê xuyakirin ku keleşnîkof danîne ber wê û tê dîtin ku li ser piştê hatiye dirêjkirkirin.    MA / Ahmet Kanbal