Li Meletiyê 107 hezar xanî li benda hilweşandinê ne 2023-03-27 09:04:22   MELETÎ - Li Meletiyê 153 hezar û 725 avahî hatin kontrolklirin û hat tespîtkirin 107 hezar û 915 avahî di rewşa lezgîn, xesara giran û hilweşandî de ne.    Yek ji bajarê di bin tesîra erdhejên Mereşê de ma jî Meletî ye. Herî kêm hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên Wezareta Karên Navxweyî û Walîtiya Meletiyê yên têkildarî hilweşandina li bajêr ku weşandine, ji her sê avahiyan avahiyek ya hilweşiyaye anjî xesarek giran dîtiye.    Li gorî daneyên herî dawî ku Walîtiyê weşandiye, li Meletiyê bi giştî 153 hezar û 725 avahî hatine kontrolkirin. Ji van avahiyan 398 hezar û 822 beşên serbixwe cih digirin. Hejmara avahiyên lezgîn, xesara giran dîtine û hilweşiyane 45 hezar 81 heb in. Ji van avahiyan jî 134 hezar û 514 avahî ji beşên serbixwe lê hene.    DANEYÊN XANIYAN    Her wiha hejmara xaniyên ku ku rewşa wan lezgîn e, xesara giran û hilweşandî 107 hezar û 915’an e. Hejmara kargehên rewşa wan lezgîn, xesara giran dîtine û hilweşandî jî 19 hezar û 746 heb in. Her wiha hejmara axûrên rewşa wan lezgîn, xesara giran dîtine û hilweşandî jî 3 hezar 50 heb in. Xaniyhên di heman statûyê de tespîtkirin jî hejmara wan 3 hezar û 806 heb in. Hejmara avahiyên ku kavilên wan hatine rakirin jî hezar û 285 heb hatine eşkerekirin.    Li bajêr kontrola avahiyan dewam dike û tê payîn ku hejmara avahiyên nikare lê bê mayîn zêdetir bibe.    HEJMARA KONAN    2 hezar û 142 heb kon rêxistinên sivîl li mexdûran belav kirine. Saziyên din jî bi giştî 71 hezar û 662 kon li mexdûrên erdhejê hatine belavkirin. Ji van konan 4 hezar û 301 heb li navenda Meletiyê ne. 65 hezar û 662 heb kon jî bi awayek şexsî li welatiyên li navend û navçeyan hatine belavkirin.    Li gel ku nêzî du meh in erdhej pêk hatiye jî lê li Meletiyê heta niha 6 hezar û 976 konteynir li welatiyan hatine belavkirin.