Ji bo teserûfa benzînê kavilan li jîngehan vala dikin 2023-03-27 09:05:14 HATAY - Endamê Platforma Em ê ji Nû ve Ava Bikin Çagdaş Can diyar kir ku ji ber teserûfiya benzînê kavilan li cihên nêzî jîngehan vala dikin û got: “Gelo qey bi qasî benzînê jî qîmeta me nîne?”    Li navçeya Samandagê ya Hatayê bêyî ku qanûna asbeste bê sepandin kavilên avahiyan dibin nêzî konbajarê hatiye çêkirin û li derûdorê û li nav xwezayê vala dikin. Ev kavil bêyî ku bên şilkirin li kamyonan tên barkirin û dibin vala dikin û ev dibe sedema ku tenduristiya mirovan xera bike û zirarê bide xwezayê.    Bêyî ku tu tevdîr bê girtin kavil tên rakirin û dibin vala dikin. Xelkê Samandagê bertek nîşanî valakirina kavilan a bê ser û ber didin û ji bo kavil li cihekî dûrî cihê lê dimînin bê valakirin çalakî li dar xistin.    Endamê Platforma Em ê Paşve Vegerin û Em ê ji Nû ve Ava Bikin Çagdaş Can bertek nîşanî valakirina kavilan bê ser û ber da.    ‘ERDHEJÊ EM NEKUŞTIN LÊ WÊ KAVIL ME BIKUJIN’     Can diyar kir ku hê ew li cenazeyên xwe digeriyan û êşa wan li dar bû şîrket li ser fermana îktidarê ji bo rantê dest bi rakirina kavilan kirin û got: “Kavilên tên rakirin hemû li jîngehan tên valakirin. Em viya qebûl nakin. Kavil kanserojen e. Wê mirovan bikuje. Ji bo ku zêdetir mazot û benzin neyê şewitandin ango xerckirin, kavilan dibin li jîngehên mirovan vala dikin. Yên ji erdhejê mane jî wê ji penceşêra kavilan bikujin. Ji bo ku teserûfa benzînê û mazotê li cih û warên xelkê vala dikin. Gelo qey bi qasî benzînê jî qîmeta me mirovan nîne? Em ê li ber vê yekê têbikoşin û ji bo têkoşînê demek fireh li pêşiya me ye.”    MA / Mujdat Can