Li Cizîrê 6 gund 10 roj in di dorpêça leşkeran de ne 2023-03-27 09:08:54   ŞIRNEX - 6 gundên Cizîrê 10 roj in di bin dorpêça leşkeran de ne. Gundiyên ku ji ber leşkeran bi rehetî nikarin derkevin derve û dema derdikevin jî leşker nasnameyên wan kontrol dike.    Li Herêma Besta, çiyayên Cudî û Gabar operasyonên leşkerî ku hatine destpêkirin didomin. Operasyonên ku hatine destpêkirin gihiştin gundên Cizîrê jî. Li gundê Cinibrê, Nehribê, Biyakopkê, Batilê, Sirsirkê û Gozik yê girêdayî navçeya Cizîr ya Şirnexê 10 roj in di bin dorpêça leşkeran de ne.Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di encama îxbarekî de 10 roj in 6 gund di bin dorpêçê de ne û gund bi awayekî kêfî hatine dorpêçkirin. Di her ketin û derketina gundan de leşker hatine bicihkirin û dema xelkê gundan derdikeve û tên gund nasnameya wan tên kontrolkirin. Li gorî agahiyên ku me ji gundiyan girtin, tê gotin ku dê heta demeke din gund di bin dorpêçê de bin.   'GEFÊ LI GUNDIYAN DIXWIN'   Welatiyekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku li gundan dorpêç heye şêniyên gundan danê êvarê nikarin derkevin derve û wiha got: “Em her roj di kontrola wan de derbas dibin. Ji ber ku meha Remezanê ye, gel neçare û rewşeke zehmet de ye. Mirov ditirsin û di tengasiyê de ne. Di van 10 rojan de bi ser gelek malan de girtin û lêgerîn hatin kirin. Gef li xelkê dixwin. Di dema serdegirtinê de derî û paceyên gelek malan şikandin. Gund di nava metirsiyekî de ne. Leşker dibêjin bi fermana rayedaran ew ê demeke din jî li vir bin.”