Li Pirsûsê 12 kes hatin binçavkirin 2023-03-27 10:16:40 RIHA - Li navçeya Pirsûsê serê sibehê di serdegirtina malan de rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin.   Li navçeya Pirsûsê ya Rihanê serê sibehê polîsan avêt ser malan. Di serdegirtina malan de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Derbarê binçavkirinan de tu hincet nehatin nîşandan.    Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Hevseroka DBP’ê ya Pirsûsê Rojda Bînîcî, Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê Yaşar Gunduzalp û rêveberên partiyê Salîh Kaplan, Salih Kaplan,Ayşe Aksu, Ergün Akaslan,Feryal Çelîkbaş,İsmet Bali, Avni Gokkan, Mustafa Bali,İbrahim bulbul, Mehmet Akîf yilmaz, Mehmet Yildiz."