Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye 2023-03-27 11:54:50   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal diyar kir ku pêvajoya pêş, pêvajoya guherîn û veguherînê ye û wiha got: “Muzakereyeke îxtîmalî, tenê bi muxatabiya birêz Ocalan û azadiya wî pêkan e.”    Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, têkildarî geşedanên dawî bi Rojnameya Yenî Yaşamê re axivî. Kartal, têkildarî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê ku ji ber erdhejê dabû wiha got: “Muxatabê esasî ya vê bangawaziyê, raya giştî ya kurd û tirk bû. Bandoreke erênî jî kir. Erdhejeke mezin bû û bêtevdîriya îktîdarê û polîtîkaya dewletê kir ku veguhere karesateke mezin. Konseya Rêveber a KCK’ê li dijî vê bîlançoya giran, bi berpirsyarî tevgeriya û biryareke pir girîng da. Vê biryarê jî bandor li her deverê kir.”    'ERDOGAN Û PUTÎN BI HEV RE NE’    Kartal, di çareserkirina pirsgirêka kurd de bal kişand ser hevsengiyên navneteweyî. Kartal, got ku dema Esad çûy Rûsyayê, îxtîmal heye ku Erdogan jî di wê hevdîtinê de hebe û wiha domand: “Ne di mijara pirsgirêka kurd de û ne jî di pirsgirêkên demokrasî û mafên mirovan ên Tirkiyeyê de hikûmeta AKP-MHP’ê mimkin nîne gavekî biavêje. Jixwe gavekî erênî xuya nake. Ev polîtîkaye jî bo Rûsyayê firsendeke mezin e. Ji ber ku Rûsya û Putîn ji ber şerê li Ûkraynayê di dorpêçeke mezin de ne. Putîn û Erdogan ji her alî ve niha hev digirin. Putîn ji bo ji derve bêhnê bistîne, dixwaze Erdogan bi kar bîne. Erdogan jî gelek tengav bûye û dixwaze di pêvajoya hilbijartinê de li ser Putîn li Sûriyeyê pêvajoyeke çareseriyê bide destpêkirin, tiştekî bi dest bixe û wisa bikeve hilbijartinê.”    'DIVÊ LI DIJÎ ÊRIŞAN AMADEKARÎ HEBIN’   Kartal, da zanîn ku ji bilî şer tu vebijêrkên din ên Erdogan nînin û ev hişyarî da: “Şerê taybet, hêzên paramîlîter, hêzên mafyayî... Dibe ku êrişên bi vî rengî çêbibin. Digot dê êrişî Rojava bikim lê ji ber rageşiya di navbera Amerîka, Rûsya û NATO’yê de tengav bû. Niha jî dixwaze bi rêya Putîn hinek tiştan bike. Lê ew jî sekinî, nameşe. Di destê Erdogan de tenê êriş ma ye. Divê civaka Tirkiyeyê, Kurdistan, qada siyasî û her qad di vê mijarê de hişyar bin û amadekariyên wan hebin. Da ku bikarin van konseptan vala derxînin. Di hilbijartinên Tirkiyeyê de HDP xwedî roleke diyarker e.”    DEWLET TÊK DIÇE    Bi domdarî Kartal anî ziman ku bi hilbijartinê re di asta dewletê de di navbera partiyan de pevçûnên mezin hene û wiha pê de çû: “Ji ber ku ev partî (CHP) heta demekî nêz jî di nava plana têkbirinê ya dewletê de bû. Di çarçoveya polîtîkaya dewletê de tevgeriya. Rakirina parêzbendiyên HDP’iyan, operasyonên li dijî Iraq û Sûriyeyê û hwd., di tevahiya planên dewletê de cih girtin. Lê niha di navbera wan de pevçûneke mezin heye. Tirkiye êdî di vê rewşê de ye. Plana wan a çareserkirina pirsgirêka kurd, bi gotina wan ‘çareserkirina terorê’ ya di çarçoveya vê konseptê de pûç bû. Dixwestin bi temamî têk bibin lê dewlet anîn ber hilweşandinê. Di siyaseta blokê ya dewletê de jêveqetîn hene û ji hev belav dibin, ev yek pir girîng e.”    PEYAMA BAFIL TALABANÎ   Têkildarî Serokê YNK’ê Bafil Talabanî ya ji bo Newroza Amedê jî Kartal ev nirxandin kir: “Bangawaziya Bafil Talabanî, ji bo pêvajoyê girîng e. Di halê hazir de pirsgirêka sereke ya kurdan, yekitiya neteweyî ye. Di demekî ku dewletên mêtinger li dijî kurdan de ketina nava polîtîkaya têkbirinê de partiyeke kurd - ku ew jî PDK ye -  di nava vê konseptê de cih digire û ev jî hem ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û hem jî ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên herêmê pirsgirêkeke mezin e. Di heman demê de Talabanî bang li PDK’ê kiriye. Bi peyama xwe dibêje; ‘Bila PDK were û em van pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Bila PDK bê û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, di navbera PKK û dewletê de rol bilîzin.’ Lewma peyameke girîng e. Weke tevger, em amade ne ku rola xwe bilîzin. Jixwe saziyên weke KNK’ê jî xebatên xwe yên di vê mijarê de didomînin.”    GELO DEWLET BI OCALAN RE HEVDÎTINAN DIKE?    Di berdewamê de Kartal wiha bersiv da pirsa “Gelo Dewlet bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike yan na?”: “Dibe ku hevdîtinên ji bo qanehkirinê – mîna hilbijartinên Stenbolê – bikin û hewl bidin peyamekî jê bigirin. Lê li gorî texmîna me, zextekî giran lê dikin. Birêz Abdullah ocalan li dijî van li ber xwe dide. Ji ber ku pêşdîtineke pir mezin, baş dizane bê ka pêvajo çawa pêş dikeve, civaka Tirkiyeyê çawa vediguhere û pergala dewletê ya Tirkiyeyê di nava pêvajoyeke çawa de ye. Heke AKP-MHP bi rastî jî ji bo çareseriyê jidil bin, birêz Ocalan li partiyan nanihêre û nabêje ‘we duh filan tişt kir.’ ev yek tevek polîtîkaya dewletê ne û em jî têkoşîna guherandin û veguherandina dewletê didin. Hewldaneke AKP-MHP’ê ya ji bo çareseriyê nîne lewma kesek ne li ber e ku daxwazên wan pêk bîne. Niha di navbera Tifaqa Milet û Tifaqa Cumhur de rageşiyeke mezin heye lê ew jî di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd û vekirina deriyên Îmraliyê de gelek dûr disekinin.   ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE   Di vê krîza aborî û polîtîkayên têkçûyî yên li dijî kurdan de dewlet nikare van polîtîkayan bidomîne. Lewma kî dibe îktîdar bile bibe, barekî giran li benda wan e. Neçar in ku polîtîkayên leşkerî, siyasî, aborî, civakî biguherînin û pêvajoya çareseriyê û veguherînê bidin destpêkirin. Neçarin ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û hêzên demokrasiyê bibînin. Heke Tifaqa Milet jî bibe îktîdar, em ê têkoşîna guherîn û veguherînê li dijî wan bidomînin. Divê em xwe ji bo vê amade bikin. Di vê pêvajoyê de divê teqez serî li Îmraliyê bidin û deriyên Îmraliyê vekin. Dewlet nikare êdî polîtîkayên xwe yên li dijî kurdan bidomîne. Ji ber ku xitimî ye.    Divê birêz Ocalan azad bibe. Armanc ew e ku Rêber Apo û Amed hev hembêz bikin. Ev yek, şertê nebe nabe yê vê pêvajoyê ye. Divê di pêşxistina vê pêvajoyê de birêz Ocalan yekser di nav de be û bikare rola xwe bilîze. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê neçare ku şer bide sekinandin. Lewma divê deriyên Îmraliyê veke. Divê bi Rêber Apo re guftûgo hebin û pêvajo were pêşxistin. Ji 2013’an heta niha ji bo pêşxistina şer her tiştek kirin lê encamek jê negirtin. Pêvajoya pêşiya me êdî pêvajoya guherîn û veguherînê ye. Divê muzakere bi rêya van guftûgoyan bên pêşxistin, birêz Ocalan  yekser di nava muzakereyan de hebe û weke muxatab bê qebûlkirin. Em ê di nava tu pêşketin û pêvajoyên ku wî weke muxatab qebûl nekin cih negirin. Ji ber ku pêbawer nabe. Em di pêvajoyeke wiha dîrokî de ne. Em ê bi wî re bên ba hev û hev hembêz bikin. Armanca ew e ku gelên Tirkiyeyê pergaleke demokratîk ava bikin. Em dixwazin çareseriyeke ji bo hemû welatên cîhanê dibe mînak pêş bixin.”