Îfadeya zarokê ku li Licê hat îşkencekirin belav bû 2023-03-27 11:55:32   AMED - Li navçeya Licê Y.D. yê roja Newrozê bi îşkenceya polîsan re rûbirû ma di îfadeya dozgeriyê de gotiye: “Min bi erdê re kaşkirin, li min dan û li wesayîta zirxî siwar kirin.”    Li navçeya Licê ya Amedê Y.D. ê 14 salî roja 21’ê Adarê bi îşkenceya polîsan re rûbirû mabû. Îfadeyên ku Y.D. daye Serdozgeriya Komarê di çapemeniyê de belav bû. Rojnamevan Îsmaîl Saymaz îfadeyên Y.D. parve kiriye û Y.D. di îfadeya xwe de wiha gotiye: “Bi qûntaxa çekên lûle dirêj li min dan. Destê min bi egala di stûyê min de girê dan. Dest û stûyê min bi hev ve girêdan. Hewl dan min bifetisînin.”   ‘BILA MOBESE NEBÎNE’    Y.D. di berdewamiya îfadeya xwe de wiha gotiye: “Bavê min xwest biçim nan bikirim. Ez di cadeya markete de diemşiyam. Polîsan bi wesayîta zirxî da ser min. Ez reviyam û ketim avahiyekî. Polîsan deriyê avahiyê şikand û ketin hundir. Ji hevalê min ê 10 salî re gotin, ‘ev biçûk e, em ê din bibin’. Min bi erdê re kaşkirin, li min dan û li wesayîta zirxî siwar kirin. Di navbera xwe de gotin, ‘em lembeyê bigirin, bila MOBESE nebîne’. Min birin devera ku çopa licê lê tê rijandin.    ‘ÇÊRÎ KURDAN Û OCALAN BIKE’    Kelemçe li lingê min dan. Di kêliya li min didan de vîdeo girtin. Ji min re digotin, ‘Divê tu çêrî kurdan û Ocalan bikî. Sirûda Îstîklalê, helbesta Mehmetçîk bêje. Ji min re gotin heke tu helbestê jiber nekî, em ê GPS’ê deynin ser pişta û te bibînin û bikujin’. Ev tiştên hatin serê min 40 deqîqe dewam kirin.    MIN AVÊTIN ÇALEKÊ    Dest û lingê min girêdayî bûn û min li wesayîtê siwar kirin. Min birin rêya li ber midûriyeta polîsan. Li vir kesek peya bû û li wesayîtek din siwar bû. Her li min didan. Min birin çoltera taxa Karahasan. Min avêtin çalekê. Dest û lingên min girêdayî bûn. Di çalê de bi kevirekî min hewl da dest û lingê xwe vekim. Piştre min vekir û ez derketim jorê. Ez ber bi Licê ve meşiyam. Piştî ku ez 3-4 deqîqeyan meşiyam, min camêrek dît û ez çûm cem wî. Min da pişta xwe û bir Nexweşxaneya Dewletê ya Dewletê.”