Protestoyên ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam in 2023-03-27 12:59:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî zext, girtin û binpêkirinan jî protestoyên “Jin, jiyan, azadî” yên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in.    Çalakiyên protestoyî yên piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin destpêkirin, berdewam in. Di vê çarçoveyê de duh li bajarê Seqizê, piştî girtina ji endamên Lijneya Pîşeyî ya Mamosteyan Suleyman Ebdî hate girtin, li pêşiya avahiya midûriyetê çalakî hate lidarxistin. Gelek mamoste jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bang hat kirin ku Ebdî di zûtirin demê de were berdan.    Mamoste Suleyman Ebdî ji ber ku li ser gora Jîna Emînî axivî bû, ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin.    ÇALAKIYÊN LI DIJÎ MERCÊN NEBAŞ ÊN JIYANÊ    Di heman demê de karkeran jî li dijî şert û mercên nebaş ên jiyanê û zamên hatine kirin, çalakiyên protestoyî li dar xipstin. Karkerên ku li bajarên Ahvaz û Şoreş ên Huzistanê hatin ba hev, li dijî zam û mercên nebaş ên jiyanê çalakî li dar xistin.