Tevî biryara bêçalaktiyê jî di rojekê de 28 êriş hatin kirin 2023-03-27 13:52:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federa ya Kurdistanê berdewam in. Dewleta tirk di rojekê de 28 caran êrişî qada Metînayê kir.    Tevî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê ragihand ku dewleta tirk di 26’ê adarê de 28 êriş pêk anîn.    Dewleta tirk herêma Girê Ortê ya Metînayê 3 caran bi balafiran bombebaran kir, 25 caran jî bi obûs û çekên giran êrişî qadên Girê Ortê, Qada Berxwedanê ya Girê FM, Çemço û Sîdayê kir.