Piştî 10 salan ji bo 69 rojnamegeran biryara neşopandinê hate dayîn 2023-03-27 14:54:19   STENBOL - Li Stenbolê derheqê 69 rojnamegeran de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîn 10 salan dom kir û biryara neşopandinê hate dayîn.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di sala 2014’an de derheqê 69 rojnameger û sziyên çapemeniyê yên kurd de lêpirsîn dabû destpêkirin. Lêpirsîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de telefonên rojnamegeran hatibûn guhdarîkirin. Her wiha telefonên aydê ajans, rojname û televîzyonan hatibûn guhdarîkirin û maîl hatibûn şopandin. Lê tevî vê yekê jî tu delîl nehatin komkirin û di 13’ê adara 2023’yan de biryara neşopandinê hate dayîn.