ÎKK’a Wanê bertek nîşanî qeyûm da ku erdên şaredariyê da ber firotinê 2023-03-27 15:31:07   WAN  - ÎKK’a TMOMOB’ê ya Wanê da zanîn ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê neguhêzbarên şaredariyê daye ber firotinê û wiha got: “Ji bo rantê erdên şaredariyê dane ber firotinê. Divê dev ji vê sepana xwe berdin.”    Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin xespa qeyûm de ye, neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê. Rêveberiya Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Wanê jî têkildarî mijarê li Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Wanê daxuyanî da. Serokê Şaxa ÎMO’yê Mîhaîl Atîk daxuyanî xwend û got ku qeyûm, milkê şaredariyê daye ber firotinê û ev tişt anî ziman: “Hinek ersayên ku xetereya erdhejê li ser heye, dane ber firotinê. Bi vê yekê dixwazin ber gel cazîb bikin. Ev erdên cemaweriyê bi rêbazeke dûrî pêdiviya cemaweriyê dane ber firotinê. Pirsgirêkên gel bi van rê û rêbazan çareser nabin, dîrok, geştiyarî, çandinî û dînamîkên bajar tune hatine hesibandin. Tevî vê yekê jî dane ber firotinê.”    TEXRÎBKIRINA BAJAR   Di berdewamê de Atîk got ku pêşeroja bajar hatiye paşguhkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Rê û rêbazên ku jiyana gel esas nehatin girtin; li gel tunekirina jiyana bajar, her wiha çanda bajar jî talan dikin. Em careke din bang li rêveberiya qeyûm dikin ku ji vê rêya xwe vegerin û dev ji firotina milkên şaredariyê berdin.”