Li Colemêrgê malbatên şer kiribûn daxwaza darizandina adilane kirin 2023-03-27 16:52:36   COLEMÊRG - Malbatên ku di navendek rehabîlîtasyonê de li hev xistibûn û bûyer bi kuştinê bi encam bûbû, li ber biryara dadgehê ya têkildarî dozê rabûn û gotin biryar bêhiqûqî ye û daxwaza darizandina adilane kirin.    Li Colemêrgê di 5’ê sibata 2022’yan de di navbera du xwediyên du navendên cuda yên rehabîlîtasyonê de şer derketibû. Hîkmet Demît di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Ji her du malbatan jî bi giştî 6 kes birîndar bûbûn. Di çarçoveya doza hatibû vekirin de ceza li ferdên her du malbatan ku li hev xistibûn de hatibû birîn.    Piştî biryara dadgehê malbatên Ozer, Tûran û Karakaş ku xizmên wan girtî ne bi daxwaza darizandina adilane li navenda sûkê “nobeda edaletê” dan destpêkirin. Malbatan xwest li ber edliyeya Colemêrgê çalakiya xwe li der bixin lê polîsan destûr neda. Malbatan bi pankartê daxwaza edaletê kirin. Asûman Tûran a hevjîna girtiyê bi navê Denîz Tûran û midûra navenda rehabîlîtasyonê daxuyanî xwend û daxwaza edaletê kir.