28'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-28 09:00:02     * Fatma Elarslana 13 salî ku bi îfadeyên şahidên veşarî wekî "endama rêxistinê" hatibû îlankirin û hatibû kuştin û paşê çek danîbûn ber wê. Parêzer Veysel Vesek der barê wêneyê biçek ê piştî kuştinê li kêleka Elaraslanê hatibû daîn got ku ev wêne nîşaneya binpêkirina mafên mirovan e.    * Endama DÎB'ê Ayşegul Devecîoglû helwesta hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê weke "berpirsiyarîyeke mezin a ji bo siberoja Tirkiyeyê" nirxand û got: "Ji aliyê HDP'ê ve nediyarkirina namzetê ji bo Serokkomariyê, nayê wateya ku HDP dest ji daxwazên xwe berdaye."   * Mexdûrên erdheja Bazarcixê daxuyaniyên Erdogan ên piştî erdheja Wanê ku gotibû "em ê avahiyan çêbikin" bibîr xistin û gotin ku şêniyên Wanê hê jî mexdûr in.    * Mişmişên Meletiyê ku erdhejê li wan xist, niha jî bandorê ji baranê digirin. Hilberîneran bilêv kir ku divê mişmiş bibin bereke pîşesaziyê û xwestin dewlet xwe bide ber xisara wan.    * Rojnameger Nûrhat Hesen der barê xwepêşandana gelê Efrînê ya piştî qetilkirina 4 welatiyên sivîl de anî ziman ku li Efrînê tirsa gel li şikestiye û got: "Piştî 5 salên dagirkirina Efrînê cara yekemîn e ku gel di vê astê de xwepêşandanan li dar dixe. Heke ev xwepêşandan niha bê sekinandin jî êdî dîwarê tirsê şikestiye."   * Li Girtîgeha Exlatê ya Tîpa T'yê 6 meh in dermanê girtiyên nexweş nayên dayîn.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar daye destpêkirin dê di roja 736’emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê 5 gardiyanên bi sûcdariya “peywîra xwe baş nekirine” tên sucdarkirin de têkildarî mirina Yilmaz Ekîncî yê tê îdiakirin xwe li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê întîhar kiriye hatiye vekirin, dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Aydinê bê dîtin. (10.45)   * Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê wê li Şaxa Hejmara 1’an a Egîtîm Sen’ê bi mijara “Em rê nadin tiryak û fihûşê” civîna çapemeniyê hate lidarxistin. (12.30)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar wê di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDÎ