6 meh in dermanan nadin girtiyên nexweş! 2023-03-28 09:03:06   ŞIRNEX - Li Girtîgeha Xelatê ya Tîpa T'yê 6 meh in dermanê girtiyên nexweş nayên dayîn.    Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmên zext, zilm û zordestiya li dijî girtiyên siyasî her ku diçe zêde dibin. Girtiyên ku ji mafên xwe yên herî mirovane bêpar in her roj rastî êrişan tên. Ji ber polîtîkayên desthilta heyî bi sedan nexweş ji ber ku nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dane û hê niha jî bi sedan girtiyên nexweş nayên berdan. Ji girtiyên nexweş Naîf Îşçî ku di Girtîgeha Xelatê ya Tîpa T'yê de ye, bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Îşçî, ragihand ku 6 meh in rêveberiya girtîgehê dermanên wan nade wan. Her wiha ji Girtîgeha Kavakê ya Samsûnê ya Tîpa T'yê jî Yaşar Savci ragihand ku îşkenceya li ser wan her diçe dijwartir dibe û ji bo hestiyariyê bang kir.    '6 MEH IN DERMANÊN ME NADIN'   Nebahat Îşçî, dayika girtiyê nexweş Naîf Îşçî, diyar kir ku kurê wê 12 sal in di girtîgehê de ye û heya niha bi awayekî bi rêk û pêk nehatiye dermankirin. Dayik Îşçiyê ev tişt ragihandin: "Bi dehan girtiyên nexweş ên mîna kurê min hene. Kurê min  ji çavên xwe, zikê xwe û lingê xwe nerihet e. Kurê min 12 sal in nayê dermankirin. Dema ez bi kurê xwe re diaxivim axivîm got, 'Me daxwazname dane ji bo dermanên xwe, lê ev 6 meh in dermanan nadin.' Ne wan dibin nexweşxaneyê û ne jî xwarinên paqij didin wan. Çima wiha li zarokên me dikin? Em vê yekê qebûl nakin, 2 roj berê kurê min telefon kir û got gelek zext li ser me hene. 12 sal in kurê min di girtîgehê de ye, lê tiştê ku di vî sê mehî de dîtiye, di 12 salan de nedîtiye. Zexteke gelek mezin li ser wan heye. Gardiyanan dest daniye ser rojname û pirtûkên wan. Dibêje, hevalên wan ê ku rewşa wan giran hene, lê nayên dermankirin."    'PÊŞIYA VÊ ÎŞKENCEYÊ BIGIRIN'   Dayik Îşçiyê anî ziman ku îhtîmal heye ku bi van pêkanînan înfazên girtiyan bên şewitandin û got: "Em vê rewşê qebûl nakin, êdî bes e. Bila zarokên me bi awayekî adil bên darizandin, êdî vê bêhiqûqî û neheqiyê nekin. Jixwe kurê min ji lingên xwe nerihet e. Li gel vê jî kurê min nayê dermankirin, zarokên min ji bo dîtina kurê min çûn girtîgehê û dema vegeriyan gotin ku lawê min gelekî lawaz e, tevî vê yekê jî êrîşî kurê min dikin. Kesên ku zarokên wan girtî ne, bila li ser zarokên xwe bisekinin û li wan bipirsin. Bila her kes bi hestiyarî tevbigere, deng ji xwe derxin û pêşî li vê îşkenceya ku li zarokên me tê kirin bigirin."   DÎSA ÎŞKENCE   Yaşar Savcî yê ku 2 sal in girtiye û di Girtîgeha Kavakê ya Samsûnê ya Tîpa T'yê de jî telefonî malbata xwe kir. Dêya wî Hanîe Savciyê diyar kir ku 10 deqîqeyan bi kurê xwe re bi telefonê axiviye û wiha got: “Dema ez bi kurê xwe re axivîm ji min re got, 'gardiyan serê sibê deriyê qawîşê vedikin û tekmîlê li me ferz dikin. Gava em li ber vê radibin li me dixin. Beriya niha di qawîşê de em 9-10 kes bûn û me li ber xwe dida. Lê niha ji ber ku em 4 kes tenê hiştine, bi hemû hêza xwe bi ser me de tên.' Beriya niha jî di dema sewqkirinê de îşkence li wan kiribûn, parêzer çûbûn cem wan û ew îşkence hatibû sekinandin. Lê niha dîsa dest pê kiriye. Em dixwazin ku ev îşkenceya li ser zarokên me bi dawî bibe. Banga me ji raya giştî û komeleyên mafên mirovan ew e ku bibin dengê zarokên me.