Parêzerê Elaraslan a hat qetilkirin: Nîşaneya herî zelal a binpêkirina mafên mirovan e 2023-03-28 09:05:58 MÊRDÎN - Fatma Elarslan a 13 salî ku bi îfadeyên şahidên veşarî wekî "endama rêxistinê" hatibû îlankirin û hatibû kuştin û paşê çek danîbûn ber wê. Parêzer Veysel Vesek der barê wêneyê biçek ê piştî kuştinê li kêleka Elaraslanê hatibû daîn got ku ev wêne nîşaneya binpêkirina mafên mirovan e.    Fatma Erlarslana 13 salî di dema qedexeyên derketina derve de yên li navçeya Hezexê ya Şirnexê, di 7'ê Adara 2016'an de tevî 10 kesan li hewşa malekê mirî hatibû dîtin. Di lêpirsîna der barê Elarslanê de biryara neşopandinê hat dayîn. Dosyeya Elarslanê ku di dosyeya lêpirsînê de wekî "endama rêxistinê" hatibû îlankirin, ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) re hat şandin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku mafê jiyanê yê Elarslanê hatiye binpêkirin. Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê jî di çaçroveya nivîsa şaxa TEM'ê de îdia kirin ku Elarslan "endama rêxistinê" ye.   Di nivîsa bersivê ya Wezareta Karên Navxweyî de ku AYM'ê ji wezraetê xwestibû, wêneyên piştî kuştina Elarslanê hatine girtin jî li dosyeyê hatine barkirin. Di wêneyan de tê dîtin ku çek li ber Elarslanê ye.     KUŞTINA WÊ REWA KIRINE   Parêzerê malbata Elarslanê Veysel Vesek, têkildarî pêvajoya hiqûqî ji Ajanasa Mezopotamyayê (MA) re aivî. Parêzer Vesek diyar kir ku ji destpêka lêpirsînê heya niha nehatiye lêkolînkirin ku bê Elarslan bi kîjan çekê hatiye kuştin. Vesek destnîşan kir ku lêpirsîn ji destpêkê ve bi kêmasî hatiye kirin û got: "Ji ber ku rapora otopsiyê tam nehatiye amadekirin, lêpirsîn jî di ser vê re dirûv girt û lêprisîneke wiha nebibandor derket holê."   Vesek ragihand ku Elaraslan bi îfadeyên "şahidên veşarî" wekî "endama rêxistinê" hatiye îlankirin û lêpirsîn jî bi vî awayî dewam kiriye. Vesek got: "Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, hinceta ku ji bo hemû kesên ku di dema qedexeyên derketina derve de hatine kuştin çêkiriye, ji bo Fatma Elarslanê jî pêk anî." Vesek bilêv kir ku dozgerî bi vî awayî mirovên wê demê hemû wekî" endamê rêxistinê" qebûl kiriye û kuştina Elarslanê jî rewa kiriye.    ‘NE DIYAR E BÊ KÊ ÇEK DANIYE',   Vesek bal kişand ser nivîsa wezaretê ya bi daxwaza AYM'ê hatiye şandin jî. Vesek da zanîn ku di nava ewraqên lêpirsînê de tu tiştekî nû tune ye û got: "Tenê wêneyek lê hatiye zêdekirin. Di wêneyekî de li cem Elarslanê çekek xuya dike. Kes nizane bê ev çek çawa danîne wir û kengî hatiey danîn. Li gorî îfadeyên bavê Elarslanê, Fatma beriya qedexeya derketina derve bi du rojan winda dibe û lê digerin. Lê wê nabînin. Fatma Elarslan ne li çiyayekî an jî ne li cihekî dûrî mala xwe hatiye kuştin. Di navebra mala wê û cihê lê hatiye kuştin de kîlometre û nîv mesafe heye. Piştî kuştina zarokeke ku diviyabû di bin kontrola dewletêd e bûna, wekî 'terorîst' îlankirina wê bi wijdan nayê ravekirin. Niha endamtiya ji bo rêxistinên neqanûnî ya zarokên 15 salî jî bi qanûnê ne pêkan e. Zarokên di biniya 15 salan re wekî 'zarokên daxilî nava sûc hatine kirin' tên darizandin, lê bi endamtiya rêxistinê nayên cezakirin."    Vesek destnîşan kir ku dosyeya Elarslanê bi awayekî zelal nîşan dide ku binpêkirina mafên mirovn didomin û kuştina Fatma Erkan a 11 salî û Ûgûr Kaymazê 12 salî bibîr xist.    Veseke di dawiyêd e bilêv kir ku divê rayedarên hikûmet û dewletê berprisiyariya hiqûqî û mirovî paşguh nekirin û got: "Hê jî ne diyar e bê ka Fatma Elarslan çawa hatiye kuştin."    MA / Ahmet Kanbal