Li Licê îşkenceya li zarok hate kirin: 2 polîs hatin berdan 2023-03-28 12:28:27   NAVENDA NÛÇEYAN - 2 polîsên ku di lêpirsîna îşkenceya li Licê ya zarokê 14 salî Y.D. de hatibûn girtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.     Li navçeya Licê ya Amedê roja Newrozê 21’ê Adarê polîsan zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî digirin û îşkence lê dikin û lê ferz dikin ku ew çêrî kurdan bike û sirûda Îstîklalê û helbesta Mehmetçîk jiber bike. 5 polîsên ku di çarçoveya lêpirsîna têkildarî îşkenceyê tê rêvebirin de hatin binçavkirin, di 26’ê adarê de ji aliyê dozgeriyê ve bi sûcê “kesekê ji azadiya wî bêpar bihêlin û birîndarkirina bi qestî” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin. Dadgeha Ceza ya Sûlh a Licê derbarê polîsên bi navê Îsmaîl Akkûş, Emre Ozcan û Gokhan Bay de bi sûcê “birîndarkirina bi qestî” biryara girtinê dabû û her du polîsên din berda bû.    Serdozgeriya Komarê û parêzerên gilîker li dijî biryarê îtîraz kirin. Li ser vê yekê ji bo amirê emniyetê Aykut Oral û polîs Hayrettîn Çakmak biryara girtinê hate dayîn. Dadgeha Cezayên Giştî ji bo her du polîsan biryara girtinê da. Lê belê Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Liceyê bi şertê “kontrola edlî” biryara berdanê da. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihand ku dê li dijî biryarê îtîrazê bikin.    İtiraz üzerine haklarında Asliye Ceza Mahkemesince tutuklamaya yönelik yakalama kararı verilen 2 polis memuru, hukuka aykırı bir şekilde Lice Sulh Ceza Hakimliğince yurtdışına çıkış yasağı adli kontrol hükmüyle serbest bıraktı. Usule ve hukuka aykırı karara itiraz edeceğiz. https://t.co/ADRZGP8dy9 — Nahit Eren (@av_nahiteren) March 28, 2023