Rapora 2022’yan a Rêxistina Efûyê: Li binpêkirina mafan krîza maliyeta jiyanê zêde bû 2023-03-28 13:32:43   STENBOL - Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ku rapora xwe ya sala 2022’yan aşkere kir, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê hatine jiyîn û destnîşan kir ku ji ber krîza aboriyê ji bo bi milyonan kesan krîza maliyeta jiyanê kûrtir bû.    Rêxistina Efûyê ya Navnetewî rapora xwe ya sala 2022’yan ku 156 welatan digire nava xwe aşkere kir. Di rapora ku beşa Tirkiyeyê hate dayîn de cih dan binpêkirinên mafan ên di nava salê de hatine jiyîn. Rêxistina Efûyê destnîşan kir ku ji bo bi milyonan kesan krîza maliyeta jiyanê kûrtir bûye û serenavên weke azadiya rêxistin, kombûn û îfadeyê, bêcezatiyê, êrişên li ser parazvanên mafên mirovan, cihekarî, newekheviyên zayendiya civakî, mafên penaberan û koçberan, îşkence û mûameleya nebaş a di cureyên din de girtin dest.    DIVÊ DEWLET HURMETÊ NÎŞANÎ DARIZANDINA ADILANE BIDE   Rêxistina Efûyê di berdewama rapora xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê dema ku hikumet li ser darazê kontrolê dike, ev tişt bû sedem ku nava serxwebûna darazê vala bibe. Li dijî parêzvanên mafên mirovan, çalakvan û mûxalifên siyasî lêpirsînên bêbingeh hatin destpêkirin. Divê dewlet hurmetê nîşanî darizandina adilane bide û nehêle ku serxwebûna darazê were qelskirin.”   Di raporê de hate diyarkirin bi sûcdariyên bêbingeh hate xwestin ku bi dehan rojnamevan, çalakvan û siyasetmedarên mûxalif werin binçavkirin û li dijî wan lêpirsîn were kirin.   HDP HEDEF TÊ NÎŞANDAN   Di warê azadiya rêxistinkirinê de hate gotin “Tirkiye û Fransa bûn welatên ku bi girtina komeleyan re azadiya rêxistinbûnê asteng bikin. Li Tirkiyeyê HDP wekî hedef tê nîşandan. Di sala 2021’an de ji bo ku der barê 451 rêveberên HDP’ê ceza were birîn ku heta 5 salan nikaribe siyasetê bike, doz hatibû vekirin.”   REWŞA TIRKIYEYÊ   Di raporê de der barê rewşa Tirkiyeyê ev tişt hate gotin “Der barê parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, siyasetmedarên mûxalif û kesên din lêpirsîn û darizandinên bê bingeh hatin kirin. Parlementoyê azadiya xweîfadekirinê bi awayekî tund asteng kir. Mafê kombûna aştiyane bi awayekî cîddî hate astengkirin. Tirkiye bû welatê ku li dunyayê herî zêde penaber lê heye. Ji ber gotinên nijadperest, serlêdanên penaberên afgan û penaberên din nehatin qebûlkirin. Der barê êşkence û muameleya xerab îddîayên mezin derketibûn pêş.”   Rêxistina Efûyê her wiha bal kişand ser îşkence û mûameleya nebaş a li girtîgehan.