Di mirina biguman a Ekîncî de hemû daxwaz hatin redkirin 2023-03-28 13:36:31   AYDIN - Girtiyê bi navê Yilmaz Ekîncî li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û rêveberiya girtîgehê îdia kir ku “întîhar” kiriye. Di doza mirina Ekîncî de daxwazên parêzerên ên ji bo guhdarîkirina şahidan, keşfa cihê bûyerê, rapora ATK’ê û reddî hakim hatin redkirin.    Girtiyê bi navê Yilmaz Ekîncî di 13’ê çileya 2022’yan de li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku “Ekîncî întîhar kiriye.” Piştre jî dîmenên dema gardiyan Ekîncî bi darê zorê dibin odeya muşahedeyê derketin holê. Têkildarî bûyerê doz hatibû vekirin û 2’yemîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Aydinê hate lidarxistin. Gardiyanên bi navên Cem A., Mehmet E.D., Mûstafa Î., Omer G.T., û Taşkin G. di dozê de bi sedema “Peywira xwe nebaş bi kar anîne” tên darizandin û tev li danişînê nebûn. Malbata Yilmaz Ekîncî û parêzerên malbatê di danişînê de amade bûn.    DAXWAZÊN PARÊZERAN   Parêzerê malbata Ekîncî, Îrfaan Şafak xwest ku li şahidên bûyerê û kesên wê demê girtî were guhdarîkirin. Şafak, da zanîn ku şahidên bûyerê di dema rapirsînê de destnîşan kirine ku li Yilmaz hatiye xistin û wiha domand: “Her wiha em dixwazin ku li hemû gardiyanên di dîmenên roja bûyerê de xuya dikin weke şahid were guhdarîkirin. Em dixwazin were lêkolînkirin bê ka benê ku tê îdiakirin Yilmaz xwe pê xeniqandiye li emanetê ye yan li devereke din e. Em dixwazin ku dosya ji Saziya Tipa Edlî (ATK) re were şandin û rapor were amadekirin bê ka di dema xeniqandinê de ben şopeke çawa li ser qirika mirov dihêle û xwîn ji poz û dev tê yan na. Em daxwaza xwe ya kefşa li cihê bûyerê dîsa dubare dikin. Heke daxwazên me neyên qebûlkirin, mercên darizandineke adilane ji holê radibin û lewma em daxwaza reddî hakim dikin.”    Dozger jî got ku têkildarî daxwazan, derheqê gardiyanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin lê biryara neşopandinê hatiye dayîn û wiha got: “Ew, mijara dosyayeke din e lewma dixwazim were redkirin. Her wiha şandina dosyayê ya li ATK’ê û daxwaza keşfa cihê bûyerê dê bandorê li encama dozê neke lewma dixwazim ev daxwaz werin redkirin.”    REDDÎ HAKIM    Xwişka Yilmaz Ekîncî, Fîlîz Ekîncî jî da zanîn ku midûrê girtîgehê ji wê re gotiye ku birayê wê xwe bi bincilên xwe xeniqandiye û ev tişa anî ziman: “Girtiyê wê demê li cihê bûyerê her tişt vegot. Ez dixwazim ku li wî girtî were guhdarîkirin. Tekane daxwaza min ew e ku hîn bibim bê ka wê rojê çi qewimî. Heke ev yek pêk neyê, ez daxwaza reddî hakim dikim.”    DAXWAZ HATIN REDKIRIN    Dadgehê biryar da ku muzekkereya ji bo hîn bibin bê ka meyla Yilmaz Ekîncî li ser întîharê hebû yan ne ji Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê re hatibû şandin were pirsîn û hemû daxwazên din ên parêzer û malbatê red kir. Hakim got ku daxwaza reddî hakim jî bi mebesta dirêjkirina dozê tê kirin lewma ev daxwaz jî red kir.    Danişîna dozê taloqî 6’ê hezîranê hate kirin.