Berdana rojnamevan Tûray 3 mehan hate taloqkirin 2023-03-28 13:48:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Abdûlkadîr Tûray ê li Girtîgeha Tîpa L a Erzîncanê tê ragirtin, ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekir, înfaza wî 3 mehan hate taloqkirin.    Înfaza rojnamevan Abdûlkadîr Tûray 3 mehan hate taloqkirin. Tûray ê li Girtîgeha Tîpa L a Erzinganê tê ragirtin û di sala 2016’an de hate girtin, li ser dîroka berdana wî nêzîk bû derket Lijneya Çavdêrî û Îdareyê. Tûray ê lijneyê poşmantî lê ferz kir, bi gotina “Ez evqas sal e di girtîgehê de me, tişteke ku ez jê poşman bibim nekiriye” ferzkirin qebûl nekir. Lijneyê jî înfaza Tûray 3 mehan taloq kir.    ÇI BIBÛ?   Abdûlkadîr Tûray ê dema nûçegihanê navçeya Stewrê ya Mêrdînê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin bû, di 9’ê gulana 2016’an de hate girtin, 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza lê birî.