Qamyona bar li nivîskarê Evrenselê Ozcan Yaman da 2023-03-28 13:49:18 HATAY - Nivîskarê rojnameya Evrenselê Ozcan Yaman dema li Hatayê ser peyarêyê dimeşiya, hesineke ji qamyona bar daleqî li serê wî ket û bi giranî birîndar bû. Yaman, rakirin nexweşxaneyê.    Ninvîskarê rojnameya Evrenselê Ozcan Yaman, dema şevê din li Cadeya Kurtuluş a Antakyayê li ser peyarê dimeşiya, hesineke bi du metreyan ê di qamyoneke barkirî de lê ket û Yaman kete erdê. Hestiyê kemaxê yê Yaman şikest û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê.    Adîl Okay ku di dema bûyerê de li cem Yaman bû, wiha qala bûyerê kir: “Em li ser vexwendina Komeleya Hunerê ya Antakyayê hatin vê derê. Duh saet derdora 18.00’an de ez, Ozcan Yaman û ji Komeleya Hunerê ya Antakyayê hevala me Elîf Yeşîl li ser Cadeya Kurtuluş a Antakyayê dimeşiyan. Dema em li ser perayê dimeşiyan, qamyoneke bar derbas dibû û hesineke bi qasî 2 metreyan li Ozcan Yemek ket. Yaman li hewa teqle avêt û kete erdê. Hestiyê kemaxa wî şikest û xwîn ji pişika wî tê. Niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê di bin kontrolê de ye.”    Okay, da zanîn ku ji bo gilî çûne qereqolê.