Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e 2023-03-28 14:08:16 RIHA - Malbata Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne li ser hesaba xwe yê medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e, ya ku winda bûye mirovahî ye.”   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 736’an de berdewam dike.    Malbat, di saetên serê sibê de ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiyê de malbatê pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar Edalet” vekirin. Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bi wêneyê li ser “Winda ye, lê digerin. Navê wê edalet e. Yê ku bibîne bila bîne ber deriyê Edliyeya Rihayê” dinivîsî re ev peyam parve kir: “Agahdarî! Li Rihayê Edalet winda bûye. Li Rihayê mirovahî winda bûye. Di roja 736'an de em li ber edliyeyê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Divê ev bêedaletî bi dawî bibe!”