Ji berpirsên rûxandina Nûrdagiyê Yûnûs Kaya di 4 rojan de 85 wesayîtên xwe firotine 2023-03-29 09:03:21 DÎLOK - Derket holê ku Serokê Komîsyona Îmarê ya Meclisa Şaredariya AKP'î ya Nûrdagiyê mitehit Yûnûs Kaya yê firar, bi wekaletnameya li cem birayê xwe di 4 rojan de herî kêm 85 wesayîtên xwe firotine.    Li navçeya Nûrdagi ya Dîlokê avahiyên ku ji aliyê CCK Grûb Înşeatê ve hatibûn çêkirin di erdhejê de hemû hilweşiyan. Tê diyarkirin ku di van avahiyan de ku ji aliyê fîrmaya Endamê Meclisa Şaredariya AKP'î ya Nûrdagiyê û Serokê Komîsyona Îmarê mitehit Yûnûs Kaya ve hatibûn çêkirin, 300 kesan jiyana xwe ji dest daye.      Hat diyarkirin ku xwediyê fîrmayê Yûnûs Kaya tevî Înşeata Kavakê ya Şaredarê AKP'î Okkeş Kavak ku paşê dewrî birayê xwe Osman Kavak kiriye, projeyên hevpar çêkirin.      Wêneyên Yûnûs Kaya yên bi Şaredarê Nûrdagiyê Okkeş Kavak ku piştî erdhejê hat girtin, Parlamenterê AKP'ê yê Dîlokê Şamîl Tayyar û Parlamenterê MHP'ê yê Dîlokê Alî Mûhîttîn Taşdogan re hene. Ev yek jî têkiliyên wan ên li ser rantê dide der.      Welatiyê bi navê U.Y. ku gelek xizmên wî di avahiyên ji aliyê CCK Grûpê ve hatibûn çêkirin de jiyana xwe ji dest dan, bilêv kir ku wî di rojên ewil ên erdhejê de Yûnûs Kaya di wesayîta parlamenterekî de dîtiye. Her wiha Yûnûs Kaya, gava hewl dabû bireve derveyî welêt di 23'yê sibata 2023'yan de li Mêrsînê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin.    Derketibû holê ku Yûnûs Kaya berî ku bê zevtkirin li Mêrsînê qismeke serweta xwe dewr kiriye.    Derket holê ku Kaya bi wekaleta ji birayê xwe Yûsû Kaya wergirtibû ku malên xwe li ser navê wî qeyd kiribû, piştî roja 8'an a erdhejê herî kêm 85 wesayît, qamyonet û pîqabên xwe firotine.    Hat hînkirin ku Kaya van wesayîtan di navbera 14-17'ê sibata 2023'yan de firotine. Wesayît firotine hin kes û fîrmayên li Êlih, Dîlok û Aksarayê.      MA / Omer Îbrahîmoglû