Rojnameger Germiyanî: Ger neft ji destê Herêma Kurdistanê biçe dê tu qadên wê yên aborî nemînin 2023-03-29 09:03:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Botan Germiyanî got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin deynan de maye. Heke biryara dadgeha tehkîmê bi cih bibe ev deynê dê zêdetir bibe. Ji ber ku berê digotin em ji para neftê deynên xwe didin, lê ev jî ji destê wan biçe êdî tu qadên wê yên aborî namîne û qurbaniyên vê jî dê bibe gelê Herêma Kurdistanê."   Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asîm Cîhad ji ajansa nûçeyan a Fransî AFP’ê re axivîbû û diyar kiribû ku firotina petrola Herêma Kurdistana Federe ya ji bo Tirkiyeyê rawestandiye. Her wiha Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî jî biryar dabû ku bêyî destûra Iraqê, Herêma Kurdistana Federe nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê. Beriya niha di navbera Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê de ji bo 50 salan peymana neftê hatibû çêkirin. Li gel îmzekirina vê peymanê ev di navbera Bexda û Hewlerê de bûbû sedema qeyranê. Bi cîbicîkirina biryara dadgeha navneteweyî, firotina petrolê ya ji bo Tirkiyê hat rawestandin. Tê payin ku ev ê li herêmê bibe sedema qeyraneke aborî ya cidî.    Rojnameger Botan Germiyanî ku li herêmê geşedanan ji nêz ve dişopîne, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) axivî.    'PEYMANA 50'Î SALÎ WEKE ABORIYA SERBIXWE BI NAV KIR'   Rojnameger Botan Germiyanî anî ziman ku Hewlerê bi lihevkirina bi Enqereyê re polîtîkayeke xirab a aborî bi rê ve biriye û wiha axivî: "Heta sala 2013'an rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê gelek baş bû û bi aboriya xwe ya zêrîn dihat naskirin. Heta wê wextê hikûmeta Herêma Kurdistanê nefta xwe ji Iraqê re dişand. Di navbera hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê de baziganiyeke fermî hebû. Beramberî vê Iraqê bi salan ji sedî 70'ê mûçe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dişand. Lê ji 2016'an şûn de Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî malbata Barzanî û PDK'ê bi awayekî yekalî bi tena serê xwe li gel dewleta Tirkiyeyê lihevkirineke 50'î salî çêkirin. Ev lihevkirin hem aborî û hem jî siyasî bû. Piştî peymana wan a 50'î salî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi navê aboriya serbixwe êdî nefta xwe ji Iraqê re neşand. Di Adara 2014'an de bi serê xwe dest bi şandina neftê kir. Ev jî bû sedem ku Iraq beşa bûdçeya Herêma Kurdistanê bibire û neşîne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev siyaseta xwe weke aboriya serbixwe bi nav kir. Lê belê qet wisa xuya nekir. Piştî sala 2014'an gelek aloziyên mezin li Herêma Kurdistanê rû dan. Hem qeyranên aborî, hem siyasî û hem jî qeyranên ewlehiyê rû dan. Heta niha jî ev qeyran berdewam dikin. "   'TIRKIYE Û IRAQÊ LI HEV KIRIYE'    Rojnameger Germiyanî bi lêv kir ku Hikûmeta Kurdistanê di aliyê aborî de zirareke gelek mezin daye herêmê û got ku ji ber vê biryarê li Herêma Kurdistanê dê rojên gelek zehmet rû bidin û wiha got: "Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fiyetekî 15 dolar kêmî nirxê cîhanî nefta xwe dida Tirkiyeyê. Di sala 2022'yan de Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzî 2 milyar û nîv dolar ji vê bazirganiyê zirar dîtiye. Li Herêma Kurdistanê bazirganî û dahata neftê ji sedî 85 ji şîrketan re diçe. Ev şîrket jî di destê kê de ne? Di destê malbat, hizb û şexsan de ne. Ji sedî 85'ê dahata neftê dikeve destê şîrketên taybet. Hin şîrketên Tirkiyeyê û hin jî şîrketên navxweyî ên li ser navê malbata Barzanî û PDK'ê ne. Gelek şîrket hene ku di vî warî de vî karî dikin. Weke ku tê zanîn Hikûmeta Iraqê di sala 2017'an de, Serokwezîr Heydar Ebadî (yê wê demê) li bazirganiya navneteweyî ya Parîsê giliyê vê siyasetê kir. Di nav giliyê xwe de daxwaza 26 mîlyar dolar weke tezmînat li Tirkiyeyê kiriye û daxwaz kiriye ku careke din neft bikeve destê Iraqê û Iraq bazirganiya neftê bike. Ne ku bi serê xwe nefta xwe bişîne derve. Herî dawî du meh beriya niha ev biryar derket û dadgeha navneteweyî ya bazirganî ya Parîsê biryara dawî da berjewendiyên Iraqê û herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê mehkûm kir. Dadgeha navneteweyî neçar kir ku li gorî destûra Iraqê tevbigere û heta ku venegerin Iraqê nikarin bi tena serê xwe bazirganiya neftê bikin. Lê tişta balkêş ew e ku ev biryar 2 meh beriya niha derket û bicihkirina vê biryarê jî piştî serlêdana Serokwezîrê Iraqê Muhemmed Şiya Es-Sudanî danî. Piştî li gel Serokomarê Tirkiyeyê civiyan, li gorî agahiyan di hin xalan de li hev kirine û peymanek îmze kirine. Yek ji wan xalan jî nefta li Herêma Kurdistanê ye."   'WEZARETA AMERIKÎ PEYAMEKE TUND ŞAND'   Rojnameger Botan Germiyanî diyar kir ku hikûmeta Kurdistanê di warê aborî de ber bi hilweşandinê ve diçe û axaftina xwe wiha qedand: "Piştî 25 meha adarê Hikûmeta Iraqê veguhestina neftê ya bi rêya boriyê ber bi herêmê Ceyhanê ve daye sekinandin. Daxwaza wê praê li Tirkiyeyê kiriye. Heke ku ev biryar bi cih bibe Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikeve bin deyneke 30 milyar dolar û neft jî ji dest diçe û dê teslîmî Iraqê bê kirin. Tirkiyeyê jî di vê navberê de bi Iraqê re li hev kiriye. Tirkiyeyê ragihand ku ew ê careke din bi Hewlerê re lihevkirinekî nekin û ji bo bazirganiya neftê ew ê rasterast bi Iraqê re lihev bikin. Ji ber wê gelê Herêma Kurdistanê ji ber siyaseta şaş a PDK'ê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rewşeke gelek dijwar a aborî de ye. Niha em dibînin di nava civakê de rejeya birçîbûn û bêkarî gihîştiye asta herî bilind. Û mûçeyên karkeran nadin û mûçeyên gelek karekeran hatiye qutkirin. Di siyaseta xwe ya şaş de israr dike û dixwaze ku dijwartir bike. Di gelek bajarên Herêma Kurdistanê de xwepêşandan û nêrazîbûn hene. Me dît ku Wazerata Amerikî jî bi awayekî tund bi ser Hikûmeta Herêm de çû û peyameke tund ji wan re şand ku ew wisa bidomîne dê dawî nebaş be û hin biryarên tund li ser wan bên dayin. Li gorî agahiyên di destê me de Hikûmeta Amerikî ji PDK'ê daxwaz kiriye ku vê biryarê dadgeha navnetewî ya bazirganî ya Parîsê qebûl bikin û careke din vegerin ser destûrê û careke din bi awayekî xweser bazirganiya neftê nekin. Ji ber vê siyasetê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin deynan de maye. Heke ku ev biryar bi cih bibe ev deyn dê zêdetir bibe. Ji ber ku berê digotin em ji para neftê deynên xwe didin, lê ev jî ji destê wan biçe êdî tu qadên wê yên aborî namîne û qurbanîyên vê jî dê bibe gelê Herêma Kurdistanê."    MA / Zeynep Durgut