Li pêşiya edliyeyê li dijî jinekê êriş hat kirin 2023-03-29 12:01:22   SAKARYA - Kesê bi navê E.T. li pêşiya Edliyeya Karasuyê bi çekê êrişî hevjîna xwe A.T. kir ku ji bo doza hevberdanê hatibû. Di êrişê de dayika A.T. ya bi navê A.O. bi giranî birîndar bû.    Di navbera kesê bi navê E.T. û hevjîna wî A.T. ku ji bo doza berdanê hatibû Edliyeya Karasu ya Sakaryayê nîqaş derket. Li ser nîqaşê, E.T. bi çekê êrişî xwesûya xwe A.O. kir û birîndar kir. Li ser îxbarê, li cihê bûyerê komên tenduristî û polîsan hatin veguhestin. A.O. piştî mudaxileya ewil rakirin nexweşxaneyê.    Êrişkar E.T. jî hate binçavkirin.