Li Hênê malbat bi şer ketin: 5 mal hatin şewitandin 2023-03-29 12:18:43   AMED - Li navçeya Hênê di 11’ê adarê de du malbatan bi çekan şer kiribûn û 2 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vî şerî duh bi şev 5 mal hatin şewitandin.    Li gundê Miqiriyo yê navçeya Hênê diyar di 11’ê adarê de di navbera du malbatan de ji ber sedemeke ne diyar bi çekan şer derket. Di şer de Mûzaffer Kaya û kurê wî Necmettîn Kaya ku bi giran birîndar bûn li nexweşxaneya ku birinê jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de 2 kesên navên wan nehatin hîn bûn jî bi guleyan birîndar bûn.    MAL HATIN ŞEWITANDIN   Piştî şerê bi mirinê encam girt, duh bi şev 5 malên aydê malbata din hatin şewitandin. Li ser agahiya gundiyan tîmên cendirme û agirkujiyê ji cihê bûyerê re hatin şandin. Hate hînbûn ku hin kesên tê fikirîn têkiliya wan bi bûyerê re heye ji bo îfadeya wan bê wergirtin birine qereqolê.