Amnesty: Îranê herî kêm 305 sivîl qetil kir 2023-03-29 13:00:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Amnesty rapora xwe ya salane ya binpêkirina mafên mirovan parve kir. Li gorî raporê, rejîma Îranê di nava salekê de 305 sivîl qetil kirine û hêzên kurd hedef girt.    Tevî hemû êrişan jî çalakiyên serhildana “Jin, jiyan, azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû, bi meha ye berdewam dike. Di çalakiyan de bi taybet jî kurd hedef tên girtin û heta niha bi dehan kes hatine darvekirin û girtin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) rapora xwe ya salane ya têkildarî mafên mirovan weşand. Di beşeke raporê de qala serhildana “Jin, jiyan, azadî” ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate kirin û hat destnîşankirin ku rejîmê tundiyeke zêde bi kar aniye.    HÊZÊN KURD HEDEF HATIN GIRTIN   Di raporê de hat destnîşankirin ku Îranê binpêkirinên mafên mirovan ên navneteweyî jî kirine û di nava sala 2022’yan de li dijî hêzên kurd ên li Rojhilat êriş pêk anîne.    HERÎ KÊM 305 SIVÎL HATIN QETILKIRIN   Amnnestyê di berdewamiya rapora xwe de bal kişand ser çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” û ev daneye parve kir: “Hêzên rejîmê di çalakiyan de raste rast gule li çalakvanan reşandin, bi sedan kes qetil kirin û bi hezaran kes jî birîndar kirin. Di tevahiya çalakiyan de 41 jê zarok herî kêm 305 sivîl hatin qetilkirin. Di nava çendek hefteyên destpêkê yên çalakiyan de herî kêm 15 hezar kes hatin binçavkirin.”    REJÎM JI BO BÊDENGKIRINÊ ÎŞKENCEYÊ DIKE   Di raporê de qala hewldanên bêdengkirina serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’, bêedaletî û îşkenceya li dijî xwepêşandaran hate kirin. Hat gotin ku binpêkirinên mafên mirovan ên rejîma Îranê yên li dijî çalakvanan zêde bûne û saziyên ewlekariyê yên Îranê ji bo bêdengkirina nerazîbûn û ruhê şoreşgerî yê ciwanan, li dijî çalakvanan îşkence û destdirêjiya zayendî dikin.    BÛN SEDEMA MIRIN Û BIRÎNDARBÛNA BI HEZARAN KESAN   Bi domdarî di vê beşa raporê de wiha tê gotin: “Hêzên Îranê ji bo bêdengkirina çalakvanan, bi awayeke ne qanûnî sûdê ji şerê çekdarî digirin û ev yek jî dibe sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan. Kesên bi şêwazên aştiyane daxwaza mafê xwe dikin, ji aliyê desthilata Îranê ve tên girtin û bi hezaran kes jî bi awayekî ne adilane hatine darizandin. Her wiha rêjeya cezayê darvekirinê jî bi awayekî berçav zêde bûye û darvekirin li cihên giştî tê kirin.”   Rêxistinê di rapora xwe de ragihand ku jin, pêkhateyên olî û etnîkî qurbaniyên sereke yên siyaseta desthilata Îranê ne û wiha qedand: “Desthilatdarên Îranê torên civakî sînordar kirine û kanalên televîzyonê sansûr kirine.”