Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin 2023-03-29 13:05:25   RIHA - Malbata Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de wiha got: “Em ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin. Ji bo jiyanê edalet û ji bo edaletê jî em daxwaza rêveberiyeke adilane dikin.”    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 737’an de berdewam dike. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê, pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” vekir û dest bi nobetê kir.    Malbatê, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Em ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin. Ji bo jiyanê edaletê, ji bo edaletê jî em daxwaza rêveberiyeke adilane dixwazin. Em êdî bêzar bûn!”