Li Amedê leşkeran welatiyek qetil kir 2023-04-01 23:58:15     AMED – Li gundê Bistinê yê Çermûgê leşkeran bavê 3 zarokan Mîkaîl Ekîncî yê 28 salî qetil kir.    Li mezrika Gulabaxça ya gundê Bistinê yê Çermûg a Amedê leşkeran bavê 3 zarokan Mîkaîl Ekîncî qetil kir. Li gor agahiyên bi dest ketin, gelek leşkeran bi hinceta ku der barê Ekîncî de biryara girtinê heye, avêtin ser mezrikê. Leşkeran deriyê mala Ekîncî şikandin û tahde li ferdên malê kirin. Hat îdiakirin ku di dema avêtina ser malê de Ekîncî guh li îhtarê nekiriye û leşkeran jî ew qetil kirin.   Ekîncî piştî karên otopsiyê li goristana mezrikê hat veşartin.   Hat diyarkirin ku biryara girtinê ya Ekîncî, ji ber bûyereke di sala 2021'ê de bûye. Li gor agahiyên bi dest ketin di 12'ê Adara 2021'ê de malbata Ekîncî û Aydinê ji ber erdna bi hev ketine û di vê pevçûnê de kesek jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku di pevçûnê de Kamîl Ekîncî jiyana xwe ji dest daye û ji malbata Aydinê jî 3 kes birîndar bûne û piştî pevçûnê bi du mehan jî Cemal Aydin di êrişekê de jiyana xwe ji dest daye.