Baroya Amedê: Bikaranîna çekê ya bi keyfî nayê qebûlkirin 2023-04-02 10:13:57   AMED - Baroya Amedê têkildarî qetilkirina Mîkaîl Ekîncî ya bi hinceta “Guh neda hişyariya rawestanê” daxuyanî da û wiha got: “Bikaranîna çekê ya keyfî, derhiqûqî û bêpîvan ku mafê jiyanê binpê dike, nayê qebûlkirin.”    Leşkerên ku bi ser mezraya Gulabaxça ya Gundê Bistin ê Çermûg a Amedê de girtin, welatiyê bi navê Mîkaîl Ekîncî yê 28 salî ku bavê 3 zarokan e qetil kirin. Hat îdiakirin ku Ekîncî hişyariya “raweste” guhdar nekiriye û bi vê sedemê hatiye qetilkirin. Serdozgeriya Komarê ya Çermûgê têkildarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. Baroya Amedê têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û got ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin.    ‘SÎNORÊ RAYEYA XWE DERBAS KIRIN’   Di daxuyaniya Baroyê de wiha hate gotin: “Esasê mafê jiyanê ew e ku kes bijî. Ev maf, bingeha hemû mafên mirovan û şertê ewil e. Nabe ku bi tu awayî were bisînorkirin. Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê roj bi roj bêhtir sînorê rayeya xwe derbas dikin, hêzeke bêpîvan bi kar tînin û mafê jiyanê binpê dikin. Tê dîtin ku ji ber têgehên neşênber ên weke ‘pêşdîtin’, ‘gumana maqûl’ û ‘teqdîr’ ku bi înîsiyatîfa hêzên ewlekariyê tê hiştin, mafê mirovên sivîl tê binpêkirin. Li Tirkiyeyê di rewşên ku hêzên ewlekariyê bi sûcê binpêkirina mafên mirovan tên sûcdarkirin de, faîl tên parastin û nayên cezakirin. Ev yek jî rê li ber binpêkirinên mafên mirovan ên giran vedikin. Ji ber ku hêzên ewlekariyê sînorê rayeya bikaranîna çekê derbas dikin, bi awayekî keyfî û derqanûnî bi kar tînin, mafê jiyanê tê binpêkirin. Em dixwazin ku tavilê rapirsîneke bibandor were destpêkirin û em ê pêvajoya hiqûqî ya vê bûyerê jî ji nêz ve bişopînin.”