‘Em dengê xwe nadin partiyên dijminatiyê li jinan dikin’ 2023-04-02 10:36:53 AMED - Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen bertek nîşanî polîtîkaya Tifaqa Cumhur a li dijî jinan da û wiha got: “Em dengê xwe nadin partiya ku dijminatiyê li jinan dike. Em ê koletiyê nehilbijêrin lê dê bibin kirde.”    Ji bo hilbijartinên serokkomariyê û yên giştî demekî kin ma û Tifaqa Cumhur bi dijbertiya xwe ya li demokrasiyê û hedefgirtina destkeftiyên jinan balê dikişîne. Endama Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen got ku tifaqa îktîdarê destkeftiyên jinan hedef digire.    Îşbîlen, diyar kir ku Tifaqa Cumhur ketiye nava tirsa windakirinê û wiha got: “Vê tirsê jî kir ku li gel partiyên paşverû, nêrza û zayendperest re tifaqê çêbike. Dixwazin hinek peymanên ku destkeftiyên jinan tune dikin çêbikin. Bêguman bi sala ye em zîhniyeta AKP-MHP’ê ya li dijî jinan pir baş dizanin. Bi taybet jî betalkirina Peymana Stenbolê, nîşaneya nêzikatiya AKP’ê ya li dijî jinan e. Bi rastî jî dixwaze jinan di hundirê malê de fetisîne û bike koleya zilaman.”   ‘NÊZIKATIYÊN XIZMETÊ JÊ RE DIKIN HEVPAR IN’   Bi domdarî Îşbîlen got ku cemaet, terîqet û partiyên olperest ên Tirkiyeyê bi xwezaya xwe dixwazin Îslama siyasî bi kar bînin û ev tişt anî ziman: “Bi vê yekê re ne tenê dixwazin li Tirkiyeyê bibin desthilatdar, her wiha dixwazin li malê jî îktîdara xwe ava bikin. Ji bo vê jî divê jin nezan be û ji bilî xizmeta ji zilam û malbatê re, divê tu armancên wê yên din tune bin. Dixwazin jineke wiha ava bikin. Mesele bi HUDA PAR’ê re tifaqa wan heye. HUDA PAR’ê di salên 90’î de kezzap diavêt rûyê jinên ciwan. Nêzikatiyên HUDA PAR, Partiya Yenîden Refahê, AKP û MHP’ê yên li dijî jinan heman nêzikatî ne.”    ‘EM Ê DENGÊ XWE NEDIN PARTIYÊN KU DIXWAZIN JINAN BIKIN KOLE’   Di berdewamê de Îşbîlen diyar kir ku tevî her zextan jî jinan li dijî nêzikatiyên nêrza û zayendperest her tim li ber xwe dane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi saya vê têkoşînê jî gelek destkeftî bi dest xistin. Û ev destkeftî di makeqanûnê de bi cih kirin. Lê ev destkeftî îro di hedefa zîhniyeta paşverû ya îktîdar û şirîkên wê de ye. Lê çi bikin jî dê jin dev ji van destkeftî û mafên xwe bernedin. Qanûna hejmar 6284, jin û zarokan diparêze. Heke ev qanûn were rakirin, dê jin bi temamî bo însafa tundiya mêr were hiştin. Lê êdî jinên ku bikarin di malê de hefs bikin, bikin kole û ji bo zewqên xwe yên zayendî bi kar bînin tune ne. Jin, di hilbijartinê de xwedî hêza guherandinê ne.    Niha li Tirkiyeyê tifaqên Cumhur, Milet û Tifaqa Ked û Azadiyê hene. Jin li bernameyên wan dinihêrin. Weke mînak partiyên di nava Tifaqa Cumhur de dijminên jinan e û bi tu awayî bo van partiyan deng tune ne. Di nava Tifaqa Milet de seknên ji hev cuda hene ku hinek jê li dijî rakirina qanûna bi hejmar 6284 û Peymana Stenbolê ne. Lê li hêla din bloqa Ked û Azadiyê heye ku bi rastî partiyên tê de cih digirin, mafên jinan diparêzin. Ne tenê diparêzin, yekser di nava têkoşîna jinan de cih digirin û li kolanan bo azadiya wan têdikoşin. Lewma jin jî dema dengê xwe didin, bi awayekî xwezayî dê dengê xwe bidin partiyên ku mafên wan diparêzin. Dema em dengê xwe didin, em ê nedin partiyên ku kolekirina jinan diparêzin. Em ê dengê xwe bidin partiyên ku azadî û mafên jinan diparêzin. Em ê bidin wan partiyan ku jinan weke kirde dibînin. Bi rastî jî em ê wê dersê bidin wan.”    MA / Eylem Akdag