Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartinê ragihand 2023-04-02 11:24:36 ENQERE -  Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk, Beyannameya Hilbijartinê ya Jinan ragihand. Di bernameyê de daxwazên jinan hatin rêzkirin û peyamên têkoşînê hatin dayîn. Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk dê Beyannameya Jinan a têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê îro li hotêleke Enqereyê bi çalakiyekê lansmanê ragihand. Dirûşma hilbijartinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk a bi kurdî “Dîsa jin, dîsa jiyan” û ya bi tirkî jî weke “Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin” hate destnîşankirin. Li ser ekrana mezin a LED’ê ya li eywanê dirûşmên hilbijartinê hatin nîşandan. Her wiha li eywanê alayên bi nivîsên “Em ji bo Peymana Stenbolê li vê der ne, dê bi jinan re biguherînin”, “Ne qeyûm, ne talan, dîsa jin, dîsa jiyan”, “Em ji bo jiyana nû li vir in, em ê bi jinên ciwan re biguherînin”, “Ji bo aştiyê dîsa jin, dîsa jiyan”, “Ji bo azadiya jinan dîsa em”, “Em li dijî rejîma qeyûm li vir in, dê bi jinan re biguherînin”, “Em li vir in, dê bi pergala hevserokatiyê biguherînin” û “Em ji bo civaka ekolojîk li vir in, dê bi jinan re biguherînin” hatibû hilayîstin.    Her wiha li ser ekrana LED’ê bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî, bi zimanên tirkî, erebî, ermenî, lazî, inglîzî û suryanî nivîsa “Hûn bi xêr hatin” hate nîşandan.    Beyannameya Hilbijartinê yên bi kurdî û tirkî di ketina eywanê de li jinan hate belavkirin. Di heman demê lolîpopên nivîsên dirûşma hilbijartinê li ser danîn ser kursiyên eywanê.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn buldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çîçek Otlu, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, Ji SODAP’ê Gunay Demîrbaş, ji Partiya Jinê Fatma Aytaç, ji PDK-T’ê Berîvan Dal, ji EHP’ê Fîdan Ataselîm, ji EMEP’ê Îlke Işik, Dayikên Aştiyê, Komeleya Jinên Kurd, Tevgera Jinan a Demokratîk, Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Dema Jina ye, Komeleya Jinan a Starê, Weqfa Piştevaniyê ya Jinan, Platforma Kedê ya Jinan, Federasyona Komeleyên Jinan, KESK, ÎHD û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî tev li bernameyê bûn.    Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û Lîsa Çalan ku di teqîna Qada Îstasyonê ya Amedê de birîndar bûbû, mêvanên taybet ên bernameyê bûn.    DIRÛŞMA JIN JIYAN AZADΠ   Jin, bi tililî û çepikan ketin eywanê û govend gerandin. Hunermenda şanoyê Berfîn Emektar pêşkeşvaniyê dike û bername piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di tevahiya bernameyê de jinan bênavber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin” berz kirin.    JINÊN GIRTÎ PEYAM ŞANDIN   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axaftina destpêkê kirin. Piştre jî peyamên Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven û Sebahat Tuncel ku li ser navê siyasetmedarên jin Gultan Kişanak, Edîbe Şahîn, Nûrhayat Altûn û Semra Guzel şandibûn hatin xwendin.    Piştî xwendina peyaman, stranên Partiya Çep a Kesk ên bi kurdî û tirkî hatin danasandin.    JIN BI ÇERKEZÎ SILAV KIR   Herî dawî jî Beyannameya Hilbijartinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk hate xwendin. Beyannameya bi kurdî ji hêla Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û ya bi tirkî jî ji hêla Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan ve hate xwendin. Çalagan, beşdar bi zimanê çerkezî silav kir û beyanname xwend.