Banga ‘Îmraliyê bigirin’ li namzetên serokkomariyê kirin 2023-04-02 14:32:20 AMED - OHD’ê têkildarî namzetên serokkomariyê daxuyaniyek da û xwest ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê were girtin.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê û rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û bang li namzetên serokkomariyê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gorî daneyên Wezareta Dadê; ji dawiya meha adara 2022’yan ve li Tirkiyeyê 269 jê girtî, 86 jê vekirî, 10 jê yên jinan ên girtî, 7 jê yên jinan ên vekirî, 8 jê yên zarokan ên girtî û 4 jî jê malên perwerdeyê yên zarokan bi giştî 384 girtîgeh hene û di van girtîgehan de 314 hezar girtî û hikûmxwar lê tên ragirtin. OHD’ê da zanîn ku ji ber qelebalixiya girtîgehan, şert û mercên mafên mirovan bêhtir tên binpêkirin.    ‘BILA ÎGK BÊ GIRTIN’   Di daxuyaniyê de OHD’ê bal kişand ser rewşên neyînî yên li girtîgehan û rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Mafê berdana bi şertê kontrola edlî ya girtiyên siyasî tê binpêkirin. Di vê mijarê de bo me gelek serlêdan tên kirin. Lewma divê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tavilê bê girtin. Her wiha ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK), gelek girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Gelek girtiyên nexweş jî nayên berdan. ATK, raporên xwe li gorî konjoktura siyasî amade dike û bi awayekî klînîkî nêzî tu girtiyên nexweş nabe. Banga me ew e ku ATK bibe saziyeke serbixwe û li gorî krîterên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê tevbigere. Her wiha divê tavilê dev ji çêkirina girtîgehên nû were berdan. Li gel vê, divê pêşî li tîpên S û Y’ê ku li dijî rûmeta mirovahiyê ne bê girtin.”   ‘DIVÊ GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ WERE GIRTIN’   Herî dawî jî OHD’ê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev bang kir: “Divê şert û mercên tecrîda girankirî yên li ser birêz Ocalan bên bidawîkirin; ji bo bi malbat, parêzer û derve re peywendiyan deyne gav bên avêtin; Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bê girtin. Her wiha divê têkildarî cezayên muebbeta giran, li gorî biryarên Komîteya Wezîran a Ewropayê were tevgerîn û tavilê qanûn bên guherandin.”