Tevî biryara bêçalakitiyê jî artêşa tirk bênavber êriş dike 2023-04-02 14:36:08 NAVENDA NÛÇEYAN  -  Tevî biryara bêçalakitiyê ya KCK’ê jî êrişên artêşa tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. HPG’ê da zanîn ku artêşa tirk di nava du rojan de 37 caran êriş kir.    Tevî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê da zanîn ku dewleta tirk di 31'ê adarê û 1'ê nîsanê de 37 caran bi obûs, tank û çekên giran êrişî derdora gundê Şeşmalê, li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê û qadên Çemço û Sîdayê êriş pêk anîn.