Partiya Çep a Kesk li 2 bajaran starta hilbijartinê da 2023-04-02 14:47:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Kesk li Wan û Mêrdînê starta xebatên hilbijartinê da.    Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad bi rojeva hilbijartinê li Rêxistina HDP’a Mêrdînê civiyan. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî di civînê de axivî. Bahçecî got ku di qonaxeke girîng de ne û wiha got: “Di vê pêvajoyê de rola jinan gelek girîng e. Ji bo bidawîkirina faşîzma AKP-MHP’ê, rista me pir girîng e. Divê em bi rol û rista xwe ya di vê pêvajoyê de rabin. Lewma em bi Partiya Çep a Kesk dikevin hilbijartinê.” Jinan da zanîn ku li bajar starta xebatên hilbijartinê dane destpêkirin.   WAN   Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Wanê jî li gel nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li eywaneke dawetan a bajar civîn li dar xist. Bi sedan welatî jî tev li civînê bûn. Civîn, bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Uzunay axivî û bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî da.    Bi domdarî Uzunay bal kişand ser xebatên hilbijartinê û ev tişt anî ziman: “Ji HEP'ê ta HDP’ê û Çep a Kesk, têkoşîna me ev 33 sal in didome. Me bi saya têkoşîneke mezin û bedelên giran xwe gihand van rojan. Em minetdarên şehîdên vê têkoşînê ne. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne û zîhniyeta faşîst bi sala ye weke hovan êrişî gelê me dike. Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê, hewl dide bi komkujî û zextan textê xwe biparêze. Di vê qonaxa girîng de berpirsyartî li ser milên me tevan e. Êdî dem hatiye ku em vê rol û rista xwe bi cih bînin. Lewma daxwaza min a ji hevalên heta niha di vê partiyê de ked dayîn ew e ku heta 14’ê Gulanê bi hemû hêza xwe li her deverê xebatên xwe bidomînin.”   Ji rêveberên HDP’a Wanê Tuncer Saginç jî danezana têkildarî xebatên hilbijartinê xwend û got ku 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye.