Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-04-02 15:09:20 COLEMÊRG - MKGP û DFG’ê, rojnameger Evîn Buldan ku di sala 2017’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wê bi bîr anî.  Edîtora Rojnameya Rojeva Medyayê Evîn Buldan, di sala 2017’an de li Amedê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Buldan, di 6’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Gever a Colemêrgê hate bibîranîn. Endamên Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li Goristan Bajêrgeyê hatin ba hev. Her wiha rêveberiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Geverê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tev li merasîma bîranînê bûn. Dayik û bavên Buldan ku li Wargeha Mexmûrê dijîn jî nekarîn tev li merasîma bîranînê bibin. Di merasîmê de pankartê ku wêneyê Evîn Buldan li ser û bi nivîsa “Em ê te ji bîr nekin” hate vekirin.    ‘TÊKOŞÎNA EVÎNÊ RÊYA ME RONÎ DIKE’   Piştî rêzgirtinê, mamê Buldan, Lutuf Buldan axivî û wiha got: “Têkoşîna Evînê û hevalên wê hêj jî rêya me ronî dikin.” Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî jî got ku ew bejna xwe li ber têkoşîna xebatkarên çapemeniya azad ditewîne û wiha domand: “Di şexsê Evîn Buldan de, em hemû şehîdên çapemeniyê azad bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê li ser şopa kevneşopiya çapameniya azad bin.”    ‘BO ROJNAMEGERÊN JIN ÊN KURD BÛ RONAHÎ’    Endama MKGP’ê û nûçegihana JINNEWS’ê Zelal Tunç jî bi bîr xist ku Buldan ji ewil di Azadiya Welat de dixebitî û piştre jî xebatên xwe li Rojeva Medyayê domandin. Tunç, ev tişt anî ziman: “Buldan, di xebatên xwe de ji bo rojnamegerên jin ên kurd her tim bû ronahî. Em ê hewl didin layiqî heval Evîn û rêhevalên wê bibin. Di şexsê Evînê de em bejna xwe li ber hemû şehîdên çapemeniya azad ditewînin. Bi dehan hevalên me ji ber ku heqîqet dinivîsandin, niha di girtîgehê de ne. Lê çi dikin bila bikink, dê nekarin pêşî li ber heqîqetê bigirin.”    Piştî axaftinan jî beşdaran gul danîn ser gora Buldan.