Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin 2023-04-02 17:39:33   AMED - Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî li navçeya Sûrê serdana şîna ji bo Mehmet Emîn Dakman ê di êrişên dewleta tirk ên li Herêma Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da kirin.    Hêzên Parastina Gel (HPG) aşkere kiribû ku endamê wan Mehmet Emîn Dakman (Xelîl Dag) di sala 2017’an de li Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest daye. Şîna ji bo Dakman li mala şînê ya Mûrterzan a li nevçeya Sûrê ya Amedê hat danîn, bi girseyî hat ziyaretkirin. Di pêşengtiya rêveber û endamên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya Bi Malbatên di Dêrgûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) de rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek welatiyan serdana şîna ku hatiye danîn kirin. Şîn wê sê rojan bidome.    HPG'ê ragihandibû ku di êrişên sala 2017’an de bi Dakman re endamên wan Dogûkan Bozdemîr (Derwêş Tetoyî), Azîz Tatli (Azat Gever), Îlhan Akdogan (Ozgur Cîlo), Recep Esîn (Sîdar Botan) jî jiyana xwe ji dest dabûn. Di şînê de ji bo wan deqeyek rêz hat girtin