Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû 2023-04-02 20:29:00 STENBOL - Hevjîna derhênerê kurd Yilmaz Guney, Fatoş Guney a di aktîvîteya sala 86’emîn a rojbûna Guney de axivî, anî ziman ku qedexe û sansura piştî mirina Guney ji fîlmên wî re anîn îro ji aliyê desthilata AKP’ê ve jî tê meşandin.    Derhêner û senarîstê kurd Yilmaz Guney ê di sînemaya Tirkiyê de bi nasnavê “Çîrkîn Kral” tê zanîn ji bilî gelek fîlmên wî yên serkeftî, bi fîlmê “Rê(Yol)” di sala 1982’yan de li Fransayê di Mîhrîcana Fîlman a Cannesê de Xelata Palmiyeya Zêr wergirt. Guney di sala 86’emîn a rojbûna xwe de bi bernameya bi navê “Hunermendê Gel, Şervanê Gel” li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Bajêr hate bibîranîn. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û hezkiriyên Yilmaz Guney tev li bernameya bîranînê bûn. Eywana bîranîn lê hate kirin bi devî re tejî bû.    Bernameya bîranînê ku pêşkeşvaniya wê ji Kovara Guney Bûrcû Ozkaradenîz dikir, Fatoş Guney, Midurê Karên Nivîsê yê Kovara Guney Tûncay Ozkaradenîz, nivîskar Temel Demîrer û nivîskar Pakrat Estûkyan weke axivêr beşdar bûn. Bername bi rêzgirtinê dest pê kir.    ‘GELEK DÎKTATORIYÊN FAŞÎST ÇAWA HILWEŞIYA BIN…’    Tûncay Ozkaradenîz, qala girîngiya fîlmên Guney kir û wisa dest bi axaftina xwe kir. Dû re Ozkaradenîz gotinên Guney ên dema li surgunê tev li civînekê de bû û gotin yên “Em biryar in ku faşîzmê hilweşînin, azadî û mafên siyasî bi dest bixin û Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin. Ev şer teqez wê bi serkeftina demokrasiyê bi encam bigire. Çawa ku gelek dîktatoriyên faşîst ên weke Hîtler, Mussolînî, Franco, Salaza, Şahê Îranê û hwd. hilweşiyan wê ev jî hilweşin.”      Fatoş Guney a pişt re axivî, anî ziman ku ji ber atmosfera siyasî ya li welat ne pêkane rojbûna Yilmaz Guney bi coş û kefyxweşî were pîrozkirin û wiha got: “Mixabin em hemû bi xemgîn, bi keser û bi fikar in. Ev yek rewşa ku welat tê de ye. Yilmaz beriya 86 salan ji dayik bû û beriya 39 salan jiyana xwe ji dest da. Tevî van hemû salan jî welatê me ji her demê bêhtir di nava rewşeke tirsnak û xerab de ye. Mixabin ez nikarim bêjim kêm maye ku gotina Yilmaz a ‘em ê serbikevin teqez em ê serbikevin’ dê pêk were.”   ‘NEÇAR MA WELATÊ XWE BITERIKÎNE’    Guney, diyar kir ku Yilmaz Guney jî li Tirkiyeyê bi pêkanînên paşmayî re rûbirû ma û wiha berdewam kir: “Dema ku Darbeya 27’ê Gulana 1960’an balonên azadiyê difirandin, Yilmaz hêj di 20 saliya xwe de ji çîrokek nivîsand bi hinceta ku 'propagandaya komunîzmê' kiriye 2 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dû re 6 mehan cezayê surgunê lê hate birîn. Di darbeya 12’ê Adara 1972’yan de ji ber ji xwendekarên şoreşger re alîkariya pere û çekan kir û Mahîr Çayan û hevrêyên wî li mala me veşartin, bi daxwaza 15 salan hate darizandin û 2 salan li Girtîgeha Leşkerî ya Selimiyeyê hate ragirtin. Di darbeya 12’ê Îlona 1980’an de jî ji ber nivîsên wî yên di Kovara Guney de 100 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn û neçar ma welatê xwe biterikîne.”   ‘YILMAZ GUNEY HÊJ JÎ QEDEXE YE’     Guney, bal kişand ku piştî di sala 1984’an Yilmaz Guney jiyana xwe ji dest da jî hin qedexe û ceza jê re hatin û da zanîn ku ew qedexe îro di desthilata AKP’ê û MHP’ê de jî didomin. Guney, bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Di dema cuntaya Kenan Evren de nîşandana fîlmên Yilmaz jî hate qexekirin, qalkirina wî jî weke sûc hate hesibandin.”   Bîranîn piştî axaftina Guney bi belgefîlma ji bo Yilmaz Guney hate amadekirin berdewam kir.    ‘ŞERVANÊ KU DOZA GELÊ XWE DIQÎRE BÛ’     Temel Demîrer ê pişt re axivî jî ewilî qala pêvajoya nasîna Guney kir. Demîrer têkildarî Guney de wiha axivî: “Yekane tişta di hişê min de mayî; Vegotina Guney a ka çawa dibin mirov bû. Mirov dikare têkildarî Guney gelek penasekirinan bike. Heke rojekê hûn li cihekê kesekî serî netewîne, çok nedanîne bibînin ew Yilmaz Guney e. Ew kurdeke û her tim di her şertî de doza gelê xwe bi dengekî bilind qêriya. Ew şervanê çîna karkeran e.”   Bîranîn bi gotina stranan a hunermend Devrîm Kavalli û Baran bi dawî bû.