ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN 2023-04-03 09:00:08   * Biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan anî ziman ku 4'ê Nîsanê ji bo gelê kurd rojeke taybet e û wiha got: "Divê gel ji bo şikandina tecrîde û sekinandina vî şerê qirêj, berê xwe bide Amarayê."   * Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz destnîşan kir ku Tirkiye di pêvajoya têkçûnê de xwe ji hilbijartinê re amade dike û wiha got: “Li gorî me biryara KCK’ê ya bêçalakitiyê biryareke binirx e. 3 meh, rojek, saetek be jî em bêdengbûna çekan binirx dibînin.”   * Siyasetmedara kurd Besîme Konca ku ji bo Partiya Çep a Kesk li Ewropayê xebatan dike diyar kir ku wê bi ruhê “Jin, jiyan, azadî” biçin ser sindoqan û azadiyê hilbijêrin.    * Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Ekolojiyê Mûrat Bîlgîç bal kişand ser qirkirin û texrîbkirina ekolojiyê ya li Hewselê û wiha got: “Parastina Hewselê ne tenê ji bo ku mîrateya cîhanê ye, her wiha parastina bîra civakê ye jî”   * Şevger Çolo ku 19 sal in bi kincên xwe yên herêmî ajokariya TIR'ê dike heta niha li 18 welatan geriyaye û çanda xwe daye naskirin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 742’yan de berdewam bike.    * Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê dê li Eywana Dawetan a Ayaz Elegence ya Peyas a Amedê bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û nûnerên partiyên kurd “Deklarasyona hilbijartinê” eşkere bike. (11.00) ZINDÎ   * MKGP dê li Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin a 3 mehan eşkere bike. (11.00) ZINDÎ   * Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dê têkildarî xalîkirina xirbeyan li qadên jiyanê, li Taxa Denîz a navçeya Samandagê çalakiyê li dar bixin. (14.00)