Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin 2023-04-03 09:02:09 ŞIRNEX - Şevger Çolo ku 19 sal in bi kincên xwe yên herêmî ajokariya TIR'ê dike heta niha li 18 welatan geriyaye û çanda xwe daye naskirin.   Li gundê Hoser yê girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê welatiyê bi navê Şevger Çolo (48), ku bavê 6 zarokan e û debara xwe bi ajokariya TIR'ê dike, 19 sal in ku welat welat bi çoxê xwe û kincên xwe yên kurdî digere û balê dikşîne ser xwe. Armanca Çolo ya sereke jî ew e ku bi vî awayî çanda kurdewarî li tevahiya welatan bide naskirin. Lê balkêşe ku Şevger Çolo bi cil û bergên ku aydê rojhilata Kurdistanê ne digere. Çolo, heta niha çûye 18 welatan û her welatê ku diçê jî ji aliyê welatiyan ve bi eleqeyeke mezin tê pêşwazîkirin. Çolo, ji ber vê taybetmendiya xwe gelek caran rastî êrîşan jî hatiye û di her keliyên jiyanê de bi vî awayî digere û xwe bi çanda xwe dide naskirin.   19 SAL IN BI CIL Û BERGÊN XWE AJOKARIYÊ DIKE   Çolo, anî ziman ku ew heta niha bi dehan welatan geriyaye û xwe bi çanda xwe daye naskirin û wiha got: "Ji 2004'an ve ez ajokar im û ji 2006 û 2007'an ve ez diçim riya dûr. Ez heta niha çûme 18 dewletan. Ji Moskova heta Azerbaycan, Holandayê û Îranê ez geriyame. Ez ajokarê lojîstik yê navdewletî me. Di her çûyina min a welatên cuda de cil û bergên min bala xelkê kişandiye. Ji ber wê ez bêtir keyfxweş dibim û bêtir xwedî lê derdikevim. Mirov li ku dera cîhanê be divê ku mirov bi çanda xwe bijî."    'WELATÎ ELEQEYEKE MEZIN NÎŞAN DIDIN'   Şevger Çolo, diyar kir ku bi demê re çandên gelan hatine guhertin û wiha domand: "Çand ne tenê li Kurdistanê li her deveran ber bi tune bûnê ve diçe. Modernîzmê çanda her gelekî hilweşandiye. Em vê yekê di welatên biyanî de jî dibînin. Lê weke netewa kurd em sêwî mane û bê statû hatine hiştin. Bi awayekî zanistî tunekirina çandê li ser me heye. Pêwîste ku em xwedî li çanda xwe derbikevin. Dixwazin li ser navê modernîzmê çandê têk bibin. Em jî dixwazin ku di nava vê civakê de bi çanda xwe rabin. Çandeke weke ya me kurdan dewlemend me nedît û nava tu deverên cîhanê jî nine. Dema ku mirov bi cil û bergên xwe yên kurdî diçe welatên biyanî gelek balê dikişîne. Nêçar dimînin ku heyraniya xwe diyar bikin. Ez dema ku diçim qesta min dikin û daxwaza wêne kişandinê dikin. Her tiştekî bêtir balê dikişîne ser xwe. Çand welatekî, gelekî temsîl dike. Herkes bi çanda xwe tê nasîn. Çand nasnameya civakê ye. Divê ku em xwedî li vê nasnameya xwe derbikevin. Nasnameya me çand û zimanê me ye. Heke ku em cil û bergên xwe biguherînin em ji netewa xwe dûr dikevin û kes nizane ku em kî ne. Heke ku em bi cil û bergên xwe yên kurdî biçin welatekî herkes dizane ku em kurd in, heke hûn bi fîstanê erebî biçin derekê herkes dizane ku hûn ereb in. Çand pênaseya civakê ye."   'DIXWAZIM ÇANDA ROJHILAT BI XWE RE BIGERÎNIM'   Çolo,bi lêv kir ku di Kurdistanê de tu cudahiya çandan nîne û got ku ew ji ber ku ji çanda rojhilatê Kurdistanê pir hez dike bi xwe re digerîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çendî ku ez xelkê Bakur bim û Botanî bim jî min çanda Hewreman bi xwe re gelek deverên cîhanê gerand. Ez bi vê keyfxweş im. Her hevalê min ku diçin Rojhilat ez ji wan re dibêjim ji min re çoxekî bînin. Sînor di mejiyê min de ninin. Rojhilat jî welatê min e. Ferqa Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat li cem min tune ye. Ji ber ku her em kurd in û xwedî yek nasnamayê ne. Ez botî me, lê ez dikarim çanda Duhokê jî bidim jiyîn. Ez ji çanda Rojhilat jî hez dikim û dixwazim ku çanda Rojhilat û Botanê bi xwe re bigerînim."    LI SIRBISTANÊ RASTÎ ÊRÎŞA TIRKAN HAT   Şevger Çolo, anî ziman ku ew ji ber cil û bergên xwe yên kurdî gelek caran rastî êrişan jî hatiye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Dema ku ez wiha diçim bajarên tirkan dibêjin, 'çima tu van kincan li xwe dikî û bi van kincan digerî, ma kinc nînin?' Pirsên bi vî rengî dikin. Kêm kes pê keyxweş dibin. Lê gelek ji wan jî astengiyan derdixin. Carekî tirkan li Sirbistanê êrişî min kirin û gotin, 'çawa çêdibe ku tu bi van kincên xwe heta van deran hatiyî' pişt re polîs hatin û em birin dadgehê. Ji wan kesan re ceza hat birîn. Ez bi kincên xwe vegeriyam. Çanda min ne qedexe ye. Di gelek noqteyên navdewletî de jî ez têm sekinandin lê heta niha tu kesî pirsgirêk dernexistiye. Jiyîna çanda xwe mafê me yê sereke ye. Çiqasî astengî li ser hebin jî divê ku em xwedî lê derbikevin. Ji ber ku tirs heye kes li xwe nake û ber bi tunebûnê ve diçe. Ciwanên me ji netewbûna xwe hatine dûrxistin. Divê ku malbat zarokên xwe birêxistin bike. Başûr û Rojhilat gel xwedî çanda xwe derdikeve. Lê li vir ji ber ku tirs heye ev çand di her qadên jiyanê de nayê ditin. Banga min ew e ku her ferdeke kurd xwedî li çand û zimanê xwe derbikeve."    MA / Zeynep Dûrgût